Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Komîteya Rêveber a PKK’ê: Şoreşa Rojava weke stêrkekê hemû cîhanê ronî dike

 

KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê:
ŞOREŞA ROJAVA WEKE STÊRKEKÊ HEMÛ CÎHANÊ RONÎ DIKE

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi daxuyaniyekê salvegera Şoreşa Rojava pîroz kir.

PKK’ê hemû şehîdên şoreşê bi minetdarî bi bîr anî.

Destnîşan kir ku ev şoreş neh sal in mîna stêrkekê cîhanê ronî dike û ev nirxandin hat kirin:

Di serî de jin, ciwan, karker û kedkar ji bo tevahiya mirovahiyê dibe ronahiya hêviyeke nû.

Bi têkbirina DAÎŞ’ê re, nîşanî her kesî da ku afirandina cîhaneke demokratîk û bi hev re, pêkan e.

Tecrûbe û pratîka destpêkê ya fikrê ‘Modernîteya Demokratîk’ a Rêber Apo ye, lewma xwedî ders û danheviyên girîng ên şoreşgerî ye.

Li ser vê bingehê em ruh û îradeya 19’ê Tîrmehê silav dikin ku şoreşeke mezin e.

KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê:
ŞOREŞA BAKUR-ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ ŞOREŞA AZADIYA JINÊ YE

PKK’ê diyar kir ku Şoreşa Rojava li coxrafyayeke biçûk hat kirin lê parçeyek ji Şoreşa Sûriya Demokratîk, şoreşên Kurdistanê û Rojhilata Navîn e:

Di serî de jin û ciwan bala bindestan hemûyan kişande ser xwe.

Li dijî sîstema modernîteya kapîtalîst hîmên xwe yên sîstema alternatîf demokratîk danî.

Şoreşa Azadiyê ya Rojava xwedî karakterên netewî demokratîk jî bin di cewhera xwe de Şoreşa Azadiyê ya Jinê ye.

Eşkere ye ku neh salên şoreşê bi vî rengî bihuriye.

Bi awayekî şênber eşkere kiriye ku jiyana civakî ya xwe dispêre azadiya jinê dikare pêk were.

Nîşanî her kesî da ku karakterê bingehîn ê sedsala nû wiha ye.

PKK’ê diyar kir ku li gel kêmasiyên xwe jî di nava neh salên derbasbûyî de pêşketinên gelekî girîng afirandiye:

Pêşengiya jin û ciwanan a di nava şoreşê de, wê kêmasiyan ji holê rake û ev pêşengî wê bêhtir xurt bibe.

Bi xeteke siyasî ya rast û dîplomasiyeke bi bandor wê pêşî li metirsiyên li ser şoreşê bê girtin.

Em di wê baweriyê de ne ku ev pêkan e û hêzên azadiyê yên Bakur-Rojhilatê Sûriyê xwedî wê hêzê ne ku van bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv