Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Komîteya Rêveber a PKK’ê: Gerîlayên me wê teqez bi ser kevin

 

KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê:
GERÎLAYÊN ME WÊ TEQEZ BI SER KEVIN

Komîteya Rêveber a PKK’ê têkildarî şehîdên meha Gulanê daxuyaniyek da.

PKK’ê di şexsê Mehmet Karasûngûr û Îbrahîm Bîlgîn de ku 2’ê Gulana 1983’an şehîd bûn, şehîdên doza azadiya Kurdistanê bi bîr anîn:

Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û gelê Kurd ketine meheke nû ya Gulanê.

Weke ku tê zanîn Gulan meha Şehîdên Kurdistanê ye.

Di sala 2021’ê de em ketine meha 45’an a şehîdan.

Em şehîdên doza azadiyê hemûyan bi minetdarî bi bîr tînin.

Em afrînerê artêşa şehîdan a şoreşger Rêber Apo silav dikin.

PKK’ê destnîşan kir ku hevrêyên şehîdan îro jî li çiyayên Kurdistanê bi lehengî şer dikin:

Eşkere ye ku em bi pêngava ‘Dema azadiyê’ ya ji bo azadiya Rêber Apo, sala 45’an a Meha Şehîdan pêşwazî dikin.

Gerîlayên me yên leheng li Metîna, Zap û Avaşînê li dijî dijminê faşîst-qirker di nava berxwedaneke pêngavî de ne ku her roj derbên giran li dijmin dixin.

Em gel û gerîla li ser xeta Rêbertî û li ser şopa şehîdên me yên leheng şer dikin.

Fermandarê gel û gerîlayên me yên leheng Artêşa me ya Şehîdan e.

Em serbilind in, ji ber ku ji xeta Rêbertî û ji şopa şehîdên xwe yên leheng dûr neketine.

KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê:
DIJMINÊ DAGIRKER WÊ TEQEZ BI DERBÊN GERÎLA TÊK BIÇE

PKK’ê diyar kir ku 44 sal in xeta şehîdan tevger û gelê kurd xurt kiriye û pêşketinên mezin afirandiye:

Bêguman di sala 45’an de jî wê meşa me li ser vê bingehê be û em ê serketinên mezintir bi dest bixin.

Dijminê faşîst-qirker çi dike bila bike li pêşberî berxwedana şoreşgerî, wê nikaribe ji têkçûnê xilas bibe.

Ji Zap û Zagrosê wê dest pê bike û dagirkeriya faşîst-qirker ji ser tevahiya Kurdistanê bê avêtin.

Şerê Zap-Zagrosê bingeha şeran e.

Eşkere ye ku girêka ji vir vebe, dagirkerî wê ji vir bişike û azadiya mayinde ji vir dest pê bike.

KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê:
CIWAN Û JINÊN KURD WÊ BI RUH Û HIŞMENDIYA ŞEHÎDAN TÊBIKOŞIN

PKK’ê ser rola ciwan û jinan a di mezinkirina têkoşînê de û wiha dewam kir:

Ciwanên Kurdistanê yên bûne fedayî wê biherikin nava refên berxwedanê yên li hemû eniyan.

Hem li çiya hem jî li bajaran wê seferber bibin ku derbên kuştinê li dijminê faşîst-qirker bixin.

Jinên Kurd ên leheng wê li hemû eniyan pêşengiyê ji berxwedana antî faşîst re bikin, wê vî şerê bingehîn bi ser bixînin.

Gerîlayên me û gelê me, di meha şehîdan de wê bi ruh, hişmendî û îradeya şehîdên me li ber xwe bidin.

Wê faşîzmê hilweşînin, tecrîdê bişikînin û dagirkeriyê bi dawî bikin, teqez qezenc bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv