Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Komîteya gel û baweriyan a KCK’ê : Bila Çarşema Sor bibe wesîleya mayîndebûna xweseweriya Êzîdiyan.

 

 

 

KOMÎTEYA GEL Û BAWERIYAN A KCK’Ê:
BILA ÇARŞEMA SOR BIBE WESÎLEYA MAYÎNDEBÛNA XWESEWERIYA ÊZÎDIYAN

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê bi daxuyaniyekê cejna Çarşema Sor a civaka Êzidî pîroz kir.

KCK bi bîr dixe ku civaka Êzîdî di temamiya dîroka xwe de bi dehan caran bi fermanan re rûbirû ma, herî dawî jî DAIŞ’ê bi êrişên di 2014’an de fermaneke nû bi serê wan de anî.

KCK destnîşan dike ku di dema hin fermanên dijî Êzidiyan de Kurdên noker bûn leşkerên serwerên Tirk:

Bi taybetî êrişa 2014’an a DAÎŞ’ê ya li dijî Êzidiyan ji aliyekî ve êrişa dewleta Tirk e.

PDK jî di vê êriş û fermanê de li ser bingeha nokeriyê, bi rola xwe rabû.

Niha jî dewleta Tirk dijminatiya xwe ya li Êzidiyan bi rejîma AKP-MHP’ê dewam dike.

PDK jî careke din bi rola herî mezin a alîkariyê radibe.

KOMÎTEYA GEL Û BAWERIYAN A KCK’Ê:
TÊKOŞÎNA GELÊ ŞENGALÊ JI BO ÊZÎDIYAN BÛ ÇAVKANIYA SÛDWERGIRTINÊ

KCK dibêje, li gel her cûre zext û êrişan jî berxwedana civaka Êzidî gelek pêşketin bi xwe re anîn:

Li gel fermana 74’an jî pêşketinên gelê Êzidî li Şengalê afirandin, di asta pîroziyê de ne.

Berxwedana Şengalê ji bo tevahiya mirovahiyê bi taybetî jî ji bo gelê Êzidî bû moral.

Pêşketinên ku li Şengalê, ji bo Êzidiyan hemûyan bû çavkaniya sûdwergirtinê.

Lewma guherîn û veguherînin ku bi gelê me yê Êzidî re çêbûn, dijminan diqehirînin.

KOMÎTEYA GEL Û BAWERIYAN A KCK’Ê:
EM SOZA XWE DUBARE DIKIN KU EM Ê TÊKOŞÎNA CIVAKA ÊZÎDÎ BI SERKETINÊ BILIND BIKIN

KCK destnîşan dike civaka Êzidî cejna Çarşema Sor a 2022’an bi îradeyeke hîn mezintir, bi daxwaz, biryardarî û hewldana pêşvebirina Xweseriya Demokratîk pîroz dike.

Divê Êzidî giraniyê bidin ser karê misogerkirina saziyên xwe yên mîna parastinê, meclîsên gel, rêxistinên jin û ciwanan.

Ev sazî hemû hêja ne, destketiyên girîng in û ji wan tê hêvîkirin û bi rola xwe rabin.

Êzidî piştî demeke dirêj bi têkoşîna xwe gelekî nêzî bidestxistina Xweseriya Demokratîk bûne.

Xaka Êzidiyan, Heqwar e. Ev ruh daxwaz û moralê tevahiya gelê Kurd bilindtir dike.

Weke tevger em jî bi van hestan cejna gelê me yê Êzidî careke din pîroz dikin.

Em soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna wan heta serketinê bilind bikin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv