Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Komîsyona têkiliyên derve ya parlamena Belçîkayê fermana 73’an a li ser Êzidiyan weke jenosîd nas kir

 

KOMÎSYONA TÊKILIYÊN DERVE YA PARLAMENA BELÇÎKAYÊ
FERMANA 73’AN A LI SER ÊZIDIYAN WEKE JENOSÎD NAS KIR

Bi sala ye gelê kurd tevî saziyên xwe hewl dide ku fermana di 3’ê Tebaxa 2014’an a li ser Êzidiyan weke Jenosîd bê qebulkirin.

Di encama van hewldanan de Komîsyona Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Belçîkayê jenosîda 2014’an a Êzidîyan bi fermî nas kir.

Parlamenteran ji hikûmetê xwest; ji bo tawanbar bên cezakirin, hemû rê û rêbazên hiqûqî yên navxweyî û navnetewî bikar bîne.

Pêşnûme biryar ji aliyê parlamenterên bi navê Georges Dallemagne û Koen Metsu ve jî hate îmzekirin.

Her du parlamenter tevî delegasyonekê di Kanûna 2020’an de çûbûn serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi rayedarên Rêveberiya xweser re rûniştibûn.

Her wiha li ser fermana 73’an bi Êzidiyan re hevdîtin kiribûn.

Piştî pêşnûmebiryar di Komîsyona Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Belçîkayê de hate erêkirin, parlamenter Georges Dallemagne axivî û got:

‘DAIŞ’ê di sala 2014’an de jenosîd plan kiribû. Ev tawan weke mirovahiyê me hemûyan eleqedar dike.’

Pêşniyarbiryara wê li Parlamentoya Belçîka were gotubêjkirin wiha behsa tawanên li dijî Êzidiyan dike:

Bi awayekî sîstematîk zilam hatin kuştin, jin weke koleyên cinsî hatin firotin.

Paşê gelek ji wan bi pereyên zêde firotin malbatên wan.

Gelek jin, zilam û zarok bi saxî binax kirin.

Maddeyên hişbir dan zarokan, bi zorê ola wan guhertin û ew kirin şerkerên xwe..

PARLAMENTERÊ ÊZIDÎ YÊ HDP Ê BERÊ ALÎ ATALAN
‘EM HÊVÎ DIKIN PARLAMENA BELÇÎKAYÊ JÎ VÊ BIRYARÊ ERÊ BIKE’

Parlamenterê Êzidî yê HDP’ê yê berê û siyasetvan Alî Atalan bal kişand ser girîngiya biryarê û spasiya kesên keda wan di derxistina biryarê de heye kir.

Atalan bibîr xist ku di Tîrmehê de wê biryar li Parlemena Belçîka bê gotûbêjkirin û bal kişand ser daxwaza Êzidiyan a dadgeheke navnetewî li Şengalê.

Alî Atalan xwest, çawa hevalbendên Hîtler hatin cezakirin, tawanbarên rola wan di fermanê de heye ew jî bên cezakirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv