Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Komisyona jinê ya KNK’ê ji NATO’yê re name şand

 

KOMISYONA JINÊ YA KNK’Ê JI NATO’YÊ RE NAME ŞAND:
RÊ NEDIN DAGIRKERÎ Û ÊRIŞÊN DEWLETA TRIK YÊN LI SER KURDAN

Komisyona jinê ya KNK’ê ji sekreterê giştî yê Natoyê Jens Stoltenberg re nameyeke şand.

Di nameyê de behsa dagirkerî û êrişkariya dewleta trik ya li Kurdsitanê tê kirin û ji Natoyê tê xwestin rê nede van hovitiyên dewleta tirk.

Qismek ji nameyê wiha ye:

“Tirkiye tam di salvegera Qirkirina Ermeniyan de li hemberî başûrê Kurdistanê tevgerek berfireh ya dagirkirinê da destpêkirin.

Ev peyameke qikirina gelê kurd e.

Hêza NATO’yê hêye pirsgirêkan bi rêyên aştiyane çareser bike. Endamê saziya we Dewleta tirk heremên Kurdistanê dagir dike, sivilan dikuje, di hedefa wan de bi taybetî jin hene. Hêzên Tirk dest davêjin jinan, mal û milkê wan talan dikin.”

Di nameya xwe de, komisyona jinê ya KNK’ê bi NATO’yê dide zanîn ku Dewleta tirk li Kurdistanê berovajiyê rêgezên wê tevdigere û bibîrdixe ku Neteweyên Yekbûyî di rapora xwe ya sala 2020’ê de kirinên dewleta tirk yên li Efrinê weke “hovane” pênase kiribû.

Komisyonê bang li rêvebirên NATO’yê kirin mudaxaleyê rewşê bikin û rê nedin hovitiyên Dewleta tirk yên li Kurdistanê.

Ji aliyê din ve, bi pêşengiya KNK’ê li hemberî êrişên dewleta tirk yên li ser kurdan kampanyayeke imzeya jî hat destpêkirin.

Armanca wan ewe ku di nava 2 hefteyan de imzeyên berhevkirî teslîmê Sekreterê Giştî yê NATO’yê bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv