Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Komên nijadperestên Tirk li kolanan derketine nêçîra Kurdan

 

ŞEWATA DARISTANAN Û NIJADPERESTIYA TIRK
KOMÊN NIJADPEREST LI KOLANAN DERKETINE NÊÇÎRA KURDAN

Li Tirkiyê şewatên li daristanan bi xwe re nijadperstiya li hemberî kurdan carekî din raxist pêş çavan.

Qismek Çapemeniya Tirk û kesayetiyên nijadperst yên tirk ji şewata daristanan kurdan berpirsiyar nîşan didin.

Vê tekê komên nijadprest yên tirk xist nava tevgerê.

Weke nûmûne li navçeya Manavgat ya Antalyayê şewata li herema tûristik ji 28 Tîrmehê ve dewam dike.

Heta niha 5 kes mirin, 400 kes birîndar bûn, bi hezaran sewal û nebat telef bûn.

Lê hin nijadprestên tirk di şûna ku hesabê nebûna tedbîran ji hukumetê bixwazin, van şewatan dixin hinceta êrişa li ser kurdan.

Li hin taxan, komên dijmunên kurdan, bi çek û daran nasnameyan kontrol dikin, û dema kesekî kurd bibînin wan didin rawestandin û êriş dikin ser wan.

Ev agahiya kontrola nasname ya li nava kolanan ji aliyê Serokê şaredariya Manavgatê Şükrü Sözen ve jî hat piştrast kirin.

Dimenên van êrişan û linckirina hin welatiyan di medya civakî de jî hat parve kirin.

Di dîmenekê de 2 kes destê wan ji pişt ve hatine girêdan û li erdê dirêjkirîne. Dengê sileh û qêrinê bilind dibe.

Di parvekirinên medya civakî de gelek dîmenên din yên lînckirina kurdan tên belav kirin.

Lê rayedarên edaleta tirk heta niha derbarê van hovitiyan de ti daxuyanî neda ne.

Li gorî agahiyên herî dawî li 112 deveran agir bi daristanan ketiye û ji van 107 hev hatine kontrolkirin.

Di vê navberê de serokkomarê trik Tayip Erdogan, li Marmarîsê mîna ku henekê xwe bi maxdûrên şewatê bike, li wan pakêtên çay belav kir.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv