Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Komeleyên sexte yên eşîran: AKP bi tevkariya Barzaniyan tevneke qirêj dirêse

 

KOMELEYÊN SEXTE YÊN EŞÎRAN
AKP BI TEVKARIYA BARZANIYAN TEVNEKE QIRÊJ DIRÊSE

Di 5 salên dawîn de li Wanê bi rêya vekirina komeleyên sixte yên di bin navê komeleyên êşîran tevneke qirêj dirêse.

Dewleta tirk ku nekarî bi rêya hilbijartinan HDP’ê têk bibe, pêşî ji butçeya navendî heqê şaredariyan neşand, da ku nikaribin xizmetê bikin.

Ev lîstik ji aliyê gel ve bi xwedîderketina li îradeya xwe hat pûçkirin.

Piştre rabû bi rêya qeyûmên xwe şaredariyan xesp kir.

Dîsa nekarî îradeya gel teslîm bigre. Rabû çend malbatên kirêkirî danî ber avahiyên HDP’ê, ev jî bi ser neket.

Niha bi rêya komeleyên xwe yên sixte dixwaze bigihîje mexseda xwe.

Bi rêya van komeleyan li aliyekî dixwaze di hilbijartinan de têk bibe lê armanca xwe ya esasî ew e ku bi rêya êşîrtiyê kesên ku di nava civakê de jî îtîbara xwe nemaye li dijî gel bide xebitandin.

Despêkê hin peyayên dewletê li ser navê eşîra Brûkî komele danîn.

Ev komele rastî berteka giştiya eşîra Brûkî hat û hat gotin ew kes eşîra wan temsîl nakin.

Piştre pêvajoyê bi Federasyona Eşîrên Kadîm dewam kir.

Niha jî bi navê Pinaşî û Mukkurî ku li Wanê bandora wan kêm e, komele hatin avakirin.

Komeleyên ku hejmara wan her roj zêde dibe ji aliyê waliyê dagirker ê Wanê ve têne vekirin.

Qenala propagandaya bi kurdî ya dewleta Tirk TRT Kurdî jî van merasîman bi rengekî zindî diweşîne.

Ajansa dewletê AA jî bi sernavê “Cejna Eşîran” nûçeyan diweşîne.

Ji van kes û kûsên peyayên dewleta dagirker in, Rasîm Aslan bi eşkereyî dibêje; em bi dewletê re ne.

Piraniya van kesên ku îdîa dikin nûnerên eşîra ne, cerdevan in.

Waliyên Wanê yê berê Mûrat Zorlûoglû û yê niha M. Emîn Bîlmez jî tevlî civînên dibin.

Li gorî agahiyên ku ajansa nûçeyan a Firatê ANF’ê bi dest xistine, AKP vê tevna xwe bi desteka Mesut Barzanî dirêse.

Li gorî agahiyan ev kesên ku weke serek êşîr tên serviskirin gelek caran çûne başûrê Kurdistanê û bi Mesut Barzanî re hevdîtinan kirine.

Di vekirina Komela Eşîra Pinyanişî de çend peyayên nêzî Barzaniyan jî ji Başûr tevli bûne.

Serokê komelê Senar Yildiz jî hema ku devê xwe veke piştî Erdogan spasiya Mesut Barzanî dike.

Ev komele ji dewletê jî bi rêya îhaleyan fon û rantên mezin bi dest dixin.

Heta niha bi tenê li Wanê li ser navê eşîran 13 komele hatine vekirin.

Dîsa kesên weke Senar Yildiz ku di TRT 6 de bername çêdike, serokê berê yê AKP’ê ya rêya armûşê Raim Aslan, Leyla Tanritanir a AKP’î û Ferhat Atacan ê AKP’ê serokatiya van komeleyan dikin.

Ev kesên kirêkirî jî di hemû axaftinên xwe de li xwe mikur tên û dibêjin; Em her tim li cem dewleta xwe ne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv