Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
JinNûçeyên Dawî

Komeleya Rosa ji ber xebatên xwe ji bo jinan dibe hedefa êrîşan

 

KOMELEYA ROSA ÇIMA BÛ HEDEFA ÊRIŞÊN QIRKIRINA SIYASÎ?
JI BER XEBATÊN XWE YÊN PARASTINA MAFÊ JINAN BÛ HEDEF

Komeleya Jinan a Rosa ji ber xebatên xwe yên derbarê jinan de bû armanca operasyonê.

Parêzerer Gozde Engîn têkildarî operasyonê got: “Her çiqas Rosa dibe armanc wê jin cardin bixebitin.

Sala 2016’an rejîma AKPê di rewşa awarte de bi KHKyên weşandin gelek saziyên jinan girtin.

Dîsa Sazî û dezgehên jinan ên di bin banê şaredariyên DBP’ê de ji aliyê qeyûman ve hatin girtin.

Li Tirkiyê tundiya li ser jinan zêde bû. Li Amedê jî Komeleya Jinan a Rosa bi armanca piştevaniya jinan hat damezrandin.

Komeleya Rosa li dijî her cûre cudakariyê, 3’ê Kanûna 2018’an de bi beşdarî û piştevaniya siyasetmedar, mafparêz, rojnameger, civaknas û parêzeran hat vekirin.

Komeleya Rosa dixwaze wekheviya zayendiya civakî pêş bixe.

Her wiha Komele ji bo xûrtkirina rêxistinên jin û civakê jî xebatên xwe dimeşîne.

Dîsa ji bo parastina Ekolojiyê têdikoşe.

Komeleya Rosa ji bo jinên bi tûndiyê re rû bi rû dimîn re bû hêvî.

Ji bo pêşî tûndî û kuştinên jinan bigre komeleya Rosa hertim rêzeçalakiyan organîze dike.

Komeleya Rosa ku navê xwe ji Rosa Luxemburg girtiye û hewl dide bibe dengê hemû jinên cîhanê.

Dîsa ji bo jinan ji halê neçariyê rizgar bike zend û bendê xwe badaye.

Di demeke kin de komelyê xwe gihand gelek jinan û gelek endamên xwe çêkir.

Ji roja ava bû û heta pêvajoya pandemiyê li navenda Amed û navçeyên 116 jinan serî li Komeleyê da û pişgirî da wan jinan.

Dersim ‘Gülistan’ için sokaklarda Polis müdahalesi gerçekleşti hewler havuz
Komeleya Rosayê ji bo Gulîstan Dokû ya ji 5’ê çile ve li Dersimê winda ye gelek çalaki li dar xistin û rewşa wê ji nêz ve şopand.

diyarbakir-24-05-2019-diyarbakir-barosu-muzeyyen-boylu-cinayet-ayrinti-aciklama DRA
Doza parêzer Muzeyyen Boylû ji aliyê mêrê pêre zewicîbû ve hat kuştin şopand.

Ji bo balê bikşîne ser kuştinên jinan Kampanya bi slogana “Jin jiyan e jiyanê nekuje” da destpêkirin û ev kampanya hêjî didome.

Dîsa ji bo jinên ku di trafîkê de bû tundiyê rû bi rû tên çalakiya “konvoya Mor” li darxistin.

Her wiha destdirêjiya li dijî zarokan ku desthilatdariya AKPê hewl dide zarokan bi tecawizkarên wan re bide zewicandin jî,

Komeleya Rosa dengê xwe bilind kir û hêjî li dijî vê hewldana AKPê têdikoşe.

Komeleya Rosa di aliyê mirovî de jî bû xwedî hewldan.

Bû dengê Oyku Arîn Yazici a nexweşiya Losemiyê.

Desthilatdariya AKPê tehemûlî van xebatên komeleya Rosa nekir û 22ê Gulanê li dijî endamên wê êrişên qirkirina siyasî pêk anîn.

Seroka Komeleya Jinan a Rosa Adalet Kaya, Endama Damezrîner a Rosa kurdolog Narîn Gezgor û rêvebera Komeleyê Fatma Gultekîn jî di nav van 9 jinên hatin girtin de ne.

Parêzera Komeleyê Gozde Engîn têkildarî girtina rêveberên Komeleyê axivî.

Gozde Engîn got her çalakiyek komeleyê li dar xistiye qanûnî û hiqûqî ye.

Engîng anî ziman ku rêveberên komeleyê hatine girtin bi çalakî û daxuyaniyên wek pîrozbahiyên 8’ê Adarê û daxuyaniyên li dijî qeyûm û daxuyaniyên li dijî tundiyê ser jinan tên sûcdarkirin. Armanca wan terorîzekirina komeleyê ye. lê belê komele wê dîsa ji bo jinan bixebite bibe dengê wan.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv