Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Koma Aştiyê ya li Hewlêrê tevî astengiyên PDK’ê Kampanya Navneteweyî ya li dijî dagirkeriya Tirk ragihand

 

KOMA AŞTIYÊ YA LI HEWLÊRÊ
TEVÎ ASTENGIYÊN PDK’Ê KAMPANYA NAVNETEWEYÎ YA LI DIJÎ DAGIRKERIYA TIRK RAGIHAND

Koma Aştiyê xwest li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Hewlêrê daxuyaniyekê bide.

Her wiha 3 kes jî weke şandeyekê bi Rayedarên NY re wê hevdîtin bikarana.

Lê hêzên PDK’ê destûra vê yekê nedan û nehêlan endamên komê ji otelê derkevin.

Li ser vê yekê endamên komê li Otela lê dimînin daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de Kampanya Navneteweyî ya li Dijî Dagirkeriya Tirk hat ragihandin.

Ji tevahiya cîhanê re hat ragihandin, ku deriyê vê kampanyayê li her kesî vekiriye û banga mezinkirina wê hat kirin.

Endamên şandeyê gotin, ew dixwazin bi çavdêrî û raporên ku amade bikin, dagirkeriya Tirk ragihînin qada navnetewî û sûcên Tirkiyê bixin rojeva cîhanê.

Piştî daxuyaniyê endamên komê xwestin biçin herêmên dewleta Tirk bi êrişên xwe wêran kirine.

Lê hêzên PDK’ê dîsa dor li otelê girtin û rê nedan ti kes derkeve.

Li ser vê yekê endamên Kampanya Navneteweyî ya li dijî Dagirkeriya Tirk dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv