KOÇERÊN JIN ÊN ŞIRNEXÊ
DEST BI AMADEKARIYÊN DERKETINA ZOZANAN KIRIN
Li Kurdistanê bi hatina biharê re jin xwe ji bo çûyina zozanan amade dikin.
Koçerên li benda germbûna hewayê bûn, niha dest bi amadekariyên derketina zozanan dikin.
Li zozanan berî her tiştî pêdivî bi konan heye û ji ber vê yekê amadekariyên serekê vî karî dest pê dike.
Jinên koçer ên Şirnexê ji bo çûyîna zozanan dest bi dûrûna konan kirin.
Lê ji bo vî karê zexmet xebateke hevbeş bi rê ve dibin û kedeke mezin didin.
Ev jinên koçer ên taxa jor a navçeya Hezex a Şirnexê ne.
Bi teşî ristinê û dûrina konan amadekariyên rêwîtiya zozanan dikin.
Şîrîn Tatli ku ji bo çûyina zozanan gorayan çêdike bal kişand ser zor û zehmetiyên jiyana koçeriyê.
Şîrîn Tatli dema teşiyê dirêse di ber karê xwe de stranan jî dibêje.
Gûl Oner ku ji bo çûyîna zozanan konan didûrû jî destnîşan dike ku di jiyana koçeriyê de karê herî zehmet dikeve ser milê jinan.