Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Koçberên li Rojavayê Kurdistanê: Hêjmara koçberên navxweyî û derve derdora milyon û nîv e

 

KOÇBERÊN LI ROJAVAYÊ KURDSITANÊ
HÊJMARA KOÇBERÊN NAVXWEYÎ Û DERVE DERDORA MILYON Û NÎVE

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê herema ku herî zêde penaberan dihewîne Kantona Hesekê ye.

Hemû pêdiviyên penaberan, ewlehiya wan ji hêla Komîteya Karê Civakî ya Rêveberiya Xweser ve tê bicihanîn.

Li herêmê nêzê 100 saziyên alîkariyê yên navnetewî hene, lê piştgiriyeke berbiçav nadin penaberan.

Kesên ku ji ber êrişên dewleta tirk ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî koçber bûne li 3 kampên cuda dimînin.

Alîkariya ji bo wan gelek kêm e. Di rewşeke zehmet de ne.

Ji Efrînê bi qasî 400 hezar, ji herêmên Serêkaniyê, Girê Spî, Til Temir û Zirganê jî bi qasî 500 hezar kes neçar man malên xwe berdin û koç bikin.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gel kampên biçûk 15 kampên mezin ên penaberan hene.

Yek ji wan, Kampa mezin ya Holê ye. Bi giranî malbatên DAÎŞ’î lê dimînin.

Ev Kampa ku 45 km li rojhilatê Hesekê ye, ji hêla Komîseriya bilind a Penaberan a Netewên Yekbûyî ve sala 1991’an di dema şerê Kendavê de ji bo penaberên Iraqî hatibû avakirin.

Ji sala 2015’an vir ve kamp di bin kontrola Rêveberiya Xweser de ye.

Li kampa holê bi qasî 60 hezar penaber hene û piranya wan malbatên çeteyên DAIŞ’ê ne.

Kampa Roj li bajarê Dêrikê ye. Ji malbatên DAIŞî yên ji welatên Ewrûpî, Iraqî û Sûriyeyî bi giştî 2 hezar û 681 kes lê dimînin.

Kampa Waşokanî li Hesekê ye. Piranî koçberên ji Serêkaniyê, Til Temir û Zirganî bi giştî nêzê 15 hezar kes lê dimînin.

Li Kampa Serêkaniyê jî piranî koçberên ji Serêkaniyê bi giştî derdora 11 hezar kes lê ne.

Kampa Newrozê li Dêrikê ye. Ji bo Şengaliyên ku di sala 2014’an ji komkujiya DAÎŞ’ê reviyabûn hat ava kirin.

Piştî ku Şengalî vegeriyan, îro li Kampê derdora hezar û 600 koçberên ji Serêkaniyê û Girê Spî lê dimînin.

Wekî din kampa Êrişa, li Reqa, Tebqa û Minbicê jî 5 kamp hene ku bi dehhezarn koçber dihewînin.

Ji bilî wan, bi dehan kampên biçûk jî hene.

KOÇBERÊN LI ROJAVAYÊ KURDSITANÊ
EFRÎNÎ HÊVÎ DIKIN ROJEKÊ VEGERIN SER MAL Û MILKÊ XWE

Kampa Girê spî, kampa El Mehmûdî, 2 kampên rojhilatê Minbicê, kampên li Şehba û Efrînê jî îro bi derfetên xwe yên kêm ji hezaran koçberan re bûne sitargeh.

Li Şehba û navçeya Efrînê Şêrewa jî 5 kamp hene û piranî Efrîniyên maxdûrên terora dewleta tirkin lê dimînin.

Koçberên ji Efrînê dibêjin, hêviya wan ewe ku demek berî demekê dewleta tirk ji herema wan vekişe û ew karibin cardin vegerin ser mal û milkên xwe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv