KOALÎSYONA ÇEP A ÎTALYAYÊ DESTEK DA HDP’Ê
“DIVÊ HIKÛMRANIYA TERORÊ YA ERDOGAN WERE RAWESTANDIN”
Nerazîbûnên li dijî zextên li ser HDP’ê ya li Tirkiyê di qada navneteweyî de zêde dibin.
Koalîsyon Potere Al Popolo ku ji partiyên çep ên li Îtalyayê pêk tên, der barê zextan de daxuyaniyek da.
Koalîsyonê diyar kir ku HDP bi tenê nîn e û ew li gel HDP’ê ne.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku HDP bi fiyaskoyeke girtinê re rû bi rû ye.
Koalîsyonê bi bîr xist ku di nava hefteya borî de zêdetirî 700 endamên HDP’ê hatine girtin.
Potere Al Popolo di daxuyaniya xwe de li hember êrîşkariya li ser HDP’ê banga xwedîderketin û piştevaniya navnetewî ji bo HDP’ê kir .
Û herî dawî got, Dawî li hikûmraniya terorê ya Erdogan bînin.”