Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KNK: Divê hemû hêzên Kurdistanî wekî sala 2014’an li hemberî êrîşên DAIŞ’ê bibin yek

Konseya Rêvebir ya KNK’ê êrişa DAÎŞ’ê ya li Mexmûrê şermezar kir û got “Divê hemû hêzên Kurdistanî wekî sala 2014’an li hemberî êrîşên DAIŞ’ê bibin yek.”

Konseya Rêvebir ya KNK’ê derbarê êrişa DAÎŞ’ê ya li Mexmûrê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya KNK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Ev demek e DAIŞ êrîşan dike. Di taybetî êrîşên xwe di devera maddeya 140’an de zêde kirine. Him gel û him jî pêşmerge şehîd dibin. Rast e her kes DAIŞ’ê û xwînxwarîya wê nas dikin, lê êrîşên li ser van deveran bê destek nînin û planên dijmînên gelê Kurd li pişt wan e. Ji Şengalê heta Xaneqînê gelê me yê di devera maddeya 140’an de di bin tehdîdan de ye.

Berîya çend rojan DAÎŞ’ê êrîşî çend deverên kirin, weke li der dorê Kerkûkê, Kifrî, Kelar û hin herêmên din jî. Di encamê van êrîşê de çend pêşmerge şehîd ketin. Şeva din jî li Mexmûrê, DAIŞ’ê êrîşê gundê Xidircîce û benda pêşmergeyan kir. Di encama êrîşê de 10 pêşmerge û sê gundî şehîd ketin. Em KNK, xema malbatên şehîdan par ve dikin, ji malbatên wan û ji hemû gelê Kurdistanê re sersaxîyê dixwazin.

Li aliyê din ev demek e dirêj e her kes dizanî ku DAIŞ di çiyayê Qereçox de, xwe rêxistin dike û carinan jî êrişan dike. Ev êrîş jî ne ecêb û xerîb e. Lê ya nexweş ev e ku li hember van êrîşan tevbîrên pêwîst nehatine stendin. Mixabin Hukumeta Herêma Kurdistanê, tevdîrên pêwist nestendiye.

Gelê me yê li van herêman dijîn di bin xetereyeke mezin de ne. Ev mesele ne meseleya partîyekî ye. Ev mesele ya hemî Kurdistanê ye. Divê hemû hêzên Kurdistanê xwe ji parastina van deveran berpirsyar bibînin û bikevin nava tevgerê. Di vî warî de berpirsyarîya mezin ya Hukumeta Herêmê ye û divê zûtirin demê de tevbîrên pêwîst bên stendin.

Em KNK jî, em ê di nava vê xebatê de cihê xwe bigrin. Em ji hemî partî, rêxistin û kesayetîyên endamê KNK’ê jî dixwazin ku derfetên xwe ji bo parastina gelê me yê li vê herêmê seferber bikin.

Bi vê munsebetê em carek din şehîdên Kurdistanê bi dilekî germ bîr tînin, sersaxîyê ji hemû gelê Kurdistanê re dixwazin û êrîşkaran şermezar dikin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv