ŞEHÎDÊN QAMIŞLOYÊ
KJK: TEVÎ DEWLETA TIRK DEWLETÊN DIBÊJIN ‘EM GARANTOR IN’ JÎ SÛCDAR IN
Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê KJK’ê ji bo Yusuf, Muhammed û Mazlûm Gulo ku di êrîşên dewleta Tirk de şehîd bûn, peyama sersaxiyê da.
KJK’ê ji malbata şehîdan re sersaziyê xwest û destnîşan kir ku wê ji bo bîranîna şehîdan berxwedanê bi serfirazî bidomînin.
Apê Yûsif, welatparêzê me yê hêja, pêşengê malbata Gulo bû.
Ew tevî neviyên xwe Muhammed û Mazlûm bi êrîşa hewayî ya nemerdane, hatin qetilkirin.
Rejîma Tirk a faşîst bi vê êrîşê careke din sûcê şer kiriye.
Gelê me yê sivîl bi zanebûn kire hedef û qetil kir.
Ev êrîşa dermiorvî ku li gorî hiqûqa şer û hiqûqa navnetewî sûc e.
Li ber çavê dewletên xwedêgiravî garantor de ev komkujî çêbûye.
Ev jî, li gel dewleta Tirk a kujer, dewletên navborî jî dike hevkarên sûc.
KOORDÎNASYONA KJK’Ê:
BI ÊRIŞÊN WISA NAMERDANA KURDÎTIYA AZAD NAQEDE
KJK’ê destnîşan kir ki hişmendiya bi dijminatiya Kurd, a faşîst wê nikaribe Kurdatiya berxwedêr a bi rûmet bi van rê û rêbazên nemerdî biqedîne:
Malbata Gulo bi welatparêziya xwe yek ji wan malbatan e ku ji bo gelê Rojava mînak e û pêşengiyê dike.
Li Rojava her malbat bi welatpêziya malbata Gulo û bi asta Kurdîtiya birûmet li nav berxwedanê cihê xwe girtiye, şehîd dane, berdêlê didin.
Ji vî aliyî ve hatiye mîsogerkirin ku li Rojava Kurdîtiya welatparêz û berxwedêr wê bi ser bikeve.
Dijmin û hevkarên wan ku çavnebariyê li vîna azad û hebûna Rojava dikin wê têk biçin.
KJK’ê bang li tevahiya gelê kurd kir ku li hemû qadan li dijî van êrîşan welatparêzî û yekîtiya xwe geş bikin, li dijî êrişên dagirkeriyê têkoşînê geş bikin.