KOORDÎNASYONA KJK’Ê:
ŞOREŞA ROJAVA BI PARADÎGMAYA RÊBER APO BI PÊŞ KET
Koordînasyona KJK’ê bi wesîleya salvegera Şoreşa Rojava peyameke nivîskî weşand û diyar kir ku ev şoreş di sala 10’an de hê jî hêviya mirovayetiyê ye.
KJK’ê di şexsê şehîdên şoreşê de temamiya şehîdên azadiyê bi bîr anîn.
KJK’ê bal kişand zemîna fikrî ku şoreş li serê wê bi pêş dikeve:
Bi Şoreşa Rojava re, Rojhilata Navîn û Kurdistan bi paradîgma, felsefe û pergala Rêbertiya me gelan, jinan û bîr û baweriyan xwe îfade kirin, reng û îradeya xwe danîn holê.
Li hemberî pergala mêrserwer a dewletparêz û desthilatparêz jinan, gelan û bîr û baweriyan wekî şoreşeke ku rêveberiyên xwe ava kirin, di nav şoreşên dinyayê de bû weke stêrkekê.
KOORDÎNASYONA KJK’Ê:
RUHÊ BERXWEDANA BI PÊŞENGIYA YPJ’Ê JI HEMÛ DINYAYÊ RE BÛYE ÇAVKANIYA ÎLHAMÊ
KJK’ê ferqa şoreşa rojava ji şoreşên cîhanê jî bi vî rengî nirxandin:
Yek ji taybetiya ku şoreşa Rojava ji şoreşên din vediqetîne, li ser bingeha şoreşa jinan pêk hatiye.
Vê şoreşa li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatiye.
Li vir bi pêşengiya jinan şoreş bi pêş ket.
Bi pêşengiya jinan jiyaneke nû tê avakirin.
Bi vî awayî şoreşa Rojava di heman demê de şoreşa jinan e.
Ruhê berxwedanê ya bi pêşengiya YPJ’ê, ji bo hemû dinyayê bûye çavkaniya îlhamê.
KOORDÎNASYONA KJK’Ê:
ŞOREŞA ROJAVA ŞOREŞA JINAN Û HEMÛ MIROVAHIYÊ YE
KJK’ê destnîşan kir ku Şoreşa Rojava di sala 10’an de dibe hêviya mirovahiyê:
Şoreşa Rojava şoreşa afirandina jiyana azd û wekhev e.
Şoreşa afirandina jiyana azad a jinan e.
Sedema ku şoreşa Rojava îro li pêş e jî îdeolojîk e.
Şoreşa Rojava bûye qada ku îdeolojiya Rêber Apo bi awayê herî şênber ketiye pratîkê.
Bi pêşengiya jinên azad dibin, neteweya demokratîk a li ser bingeha biratiya gelan, li Rojava pêk tê.
Gelên li Rojava bi rengên xwe jiyanê ji nû ve rêxistin dikin.