Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Keskîn Bayindir: Tecrîda li ser Birêz Ocalan veguheriye tecrîdkirina Tirkiyê 11.09.2020

 

HEVSEROKÊ DBP’Ê KESKÎN BAYINDIR:
TECRÎDA LI SER BIRÊZ OCALAN VEGUHERIYA TECRÎDKIRINA TIRKIYÊ

Derheqê tecrîda li Imraliyê de, em cih bidin nêrîna siyasetmedarên kurd yên li Tirkiyê.

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir dibêje ne tenê kurd, hemû gelên din yên Tirkiyê heta li dijî tecrîdê destek nedin tevgera siyasî ya kurd, ti car nikarin ji kirîza aborî û zexta faşizmê bifilitin.

Berdevka HDP’ê Ebru Gunay û Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan jî dibêjin, sedema bingehîn ya hemû pirsgirêkên li Tirkiyê siyaseta Dewleta trik ya li hember gelê Kurde û tecrîda li Imraliyê jî perçeyek vê siyasetê ye.

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir li ser pergala êşkencê ya Îmraliyê û siyaseta rejîma AKP-MHP’ê ji ANF’ê re axivî.

Bayindir bi bîr xist ku li ser Rêber Apo tecrîdeke kûr ya sîstemematîk tê meşandin û tecrîda li Îmraliyê weke zexta li ser hemû derdorên li Tirkiyê nirxand.

Bayindir wiha axivî:

“Êdî tecrîd ne tenê mijara Kurdan ya tevahiya gelên Tirkiyê ye. Divê gelên Tirkiyê bibînin, AKP-MHP bi siyaseta şer krîza aborî û faşîzma xwe vedişêre. Pêwiste hemû alî li dijî tecrîdê piştgirî bidin Tevgera siyasî ya Kurd ku li dijî faşîzmê têdikoşe.”

BERDEVKA HDP’Ê EBRU GUNAY:
SIYASETA TECRÎDÊ ŞER Û KRÎZA ABORÎ KÛR DIKIN

Berdevka HDP’ê Ebru Gunay jî anî ziman ku bi tecrîdkirinê ti pirsgirêk çareser nabin, berovajî pirsgirêkên heyî kûr dike

Ebrû Gunay wiha axivî: Helwesta dewleta trik ya li hemberî pirsgirêka Kurd, rê li ber firehbûna faşîzmê vedike, pirsgirêkên heyî û krîza aborî kûr dike. Sedema bingehîn a van pirsgirêkan û krîzan jî tecrîde.

Gunay banga piştgiriyê û têkoşîna hevpar li hemû hêzên demokratîk kir.

BERDEVKA TJA’YÊ AYŞE GOKKAN:
DI ŞEXSÊ BIRÊZ OCALAN DE, HEMÛ QADÊN JIYANÊ HATINE TECRÎDKIRIN

Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan jî anî ziman ku bi tecrîda di şexsê Rêber Apo de hemû qadên jiyanê hatine tecrîdkirin û pêwistiya têkoşîna li dijî tecrîdê da.

Gokkan ji bo şikandina tecrîdê jî pêwistiya rêxistinbûyinê destnîşan kir.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv