TÊKOŞÎNA LI DIJÎ SIYASETA ŞER Û TALANÊ
LI AMEDÊ KESK’Ê BI BEŞDARIYA HEZARAN KESÎ MITÎNG LI DARXIST
Li Amedê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Gelemperiyê-KESK’ê bi slogana “em nikarin debara xwe bikin, ji bo budçeyeke jiyana mirovan, kedê û gel em mil didin hev” mitîngek li dar xist.
Tevahî sendîkayên bi ser konfederasyonê ve û bi ser DÎSK’ê ve beşdarî mitîngê bûn.
Ji Riha, Mêrdîn, Şirnex, Colemêrg, Batman û Sêrtê jî bi sedan karker beşdar bûn.
Her wiha dayîkên aştiyê, endam û rêveberên HDP, DBP, TJAyê jî di mitîngê de cihê xwe girtin.
Kedkar û gel pêşî ji 3 milan ve bi meşê berê xwe dan qada Stasyonê.
Dema girse gihişt qadê, mitîng bi rêzgirtinê dest pê kir.
Girseyê wê kêliyê sirûda Çerxa Şoreşê xwend, lê polîsên Tirk bi mûzîkê hewl dan deng ji qadê dernekeve.
Hevberdevkê Demî yê KESK’ê Nasir Demîrkiran axaftina pêşî ya mitîngê kir û li ser şert û mercên zehmet ên karker û karmend di navê de dixebitin rawestiya.
Hevseroka KESK’ê Şukran Kablan Yeşîl jî got, kedkar nikarin debara xwe bikin.
Berpirsiyara krîza heyî qesra li Enqerê ye.
Yên li qesrê çav berdane nan û danê gel.
Şukran Kablan li ser faşîzma li zîndanên dewleta Tirk jî rawestiya û got, em zilma li dijî cenazeyê Garîbe şermezar dikin.
Hevseroka KESK’ê herî dawî jî banga îstîfayê li hukûmeta AKP-MHP’ê kir.
Endamê Yekîtiya Tabîbên Tirk Halîs Yerlîkaya, Alîakra Hevserokên HDP’ê Şaziye Kose jî di mitîngê de axivîn û heman bang li hukûmetê kirin.
TÊKOŞÎNA LI DIJÎ SIYASETA ŞER, TALAN Û XIZANKIRINÊ
LI IZMÎRÊ JÎ BI HEZARAN KES BEŞDARÎ MITÎNGA KESK’Ê BÛN
Li dijî rêjîma faşîst a AKP-MHP’ê mitîngeke din jî li Izmîrê hat lidarxistin.
Ev mitîng jî li ser banga KESK’ê pêk hat û bi hezaran kes beşdar bûn.
Li qada Gundogdu ya Izmîrê jî bang li hukûmeta AKP-MHP’ê hat kirin, ku îstîfa bike.