Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Kêmbûna ava çemê Firatê jiyana bi milyonan kesî dixe xeteriyê de

 

DEWLETA TIRK BI XWEZAYA ÇEMÊ FIRATÊ DILEYÎZE
KÊMBÛNA AVA ÇEMÊ FIRATÊ JIYANA BI MILYONAN KESÎ DIXE XETEREYÊ

Çemê Firatê ku bi hezaran salane ji bakurê Kurdistanê derdikeve û heta kendavê diherike, ji bo erdên mezopotamyayê û gelên heremê çavkaniya jiyane ye.

Li peravên wê medeniyet hatin avakirin, bajar û bajarvanî saz bûn.

Hêza bi tenê ku dixwaze îro vê çerxa xweza û mirovahiyê şûnve bizivirine dewleta tirke.

Li ser vî çemî bendav li ser bendavê ava kirine.

Bi taybetî piştî ku qismek axa bakurê Suriyê dagir kir av ji sedî 60 heta 70 kêm bûye

Li gorî peymana ku di sala 1987an de di navbera Şam, Bexda û Enqerê de hatiye morkirin, Tirkiye nikare bi rêjeya ava Fratê bileyîze.

Lê rewşa îro tam berovajî ye.

Hukumetên Şam û Bexda ku ketine pêy têkbirina destkeftiyên siyasî yên gelê kurd li hemberî van xebatên korsanwarî yên tirkiyê bêdeng in.

Kêmbûna avê beşên çandinî û endustriyê yên li hewza Firatê ya Sûriyê dike xeteriyê.

Li gel wê jî Çemê Firatê ji bo herêmên mîna Minbic, Kobanê, Reqa, Dêrazor û Helebê çavkaniya sereke ya ava vexwarinê ye jî.

Kêmbûna avê, îro rê li ber enerjiyan hilberîna elektrikê jî digire, herwiha zirarê dide masî û zindiyên di çem de.

Rêveberiya bendava Tişrînê ya li Rojavayê Kurdistanê çarşema borî da xuya kirin dewleta Tirk tevî ku soz dabû, hê jî pêşî li ava çemê fratê venekiriye.

Di vê çarçovê de bang li civaka navneteweyî û rêxistinên hiqûqî kiribûn ku mudaxaleyê rewşê bikin û sûcên hovane û şantajên dewleta Tirk rawestînin.

Dirêjahiya çemê Firatê ji Bakurê Kurdistanê heta Kendava Erebî 2 hezar û 800 kîlometre ye. Dirêjahiya wê li xaka Sûriyê jî 610 kîlometre ye û di dehan bajar û bajarokan re derbas dibe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv