Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Sîyasî

KCR piştgirî da serhildanên Rojhilatê Kurdistanê

Komelaya Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê (KCR) têkildarî xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin;”Serhildanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê yên ji bo gihîştina jiyanek azad û demokratîk destpêkirine, coşekî kolanan a bi îrade û biryardariya gelên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ya ji bo jiyanek azade. Raperîna li hemberî zilma rejîma dagirker a Îranê ye.

Nêzî 40 salene ev rejîm bi benê sêdarê, girtin, kuştin, bêkarî, giranî û hejariyê bersiva daxwazên rewa yên azadîxwazên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê dide.Niha gelên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê li dijî zilam, gendelî û dagirkeriya rejîmê daketine qadan. Karbidestên rejîma Îranê ya dagirker tirsandiye, lewma rejîm bi hemû hêza xwe êrişî gel dike. Xwepêşandanên dawî yên bi pêşengiya ciwan û jinên Îran û Rojhilatê Kurdistanê pêk hatine, ev jî tê wateya raperîna serdema ciwan  û jinan a li dijî zilm û zarodarî, gendelî, bêkarî, girtin û dagirkeriyê. Beşdarbûna her azadîxwezekê li nava refên berxwedan û serhildanên demokratîk a gelên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê erkekî mirovî û exlaqî ye. Ciwan xwe bi rêxistinkirinê û baweriya bi hêza cewherî dikarin agirê serhildanê ji bo gihiştina azadiyê geştir bikin.

KCR’ê bang li tevahiya ciwanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê kir ku li dijî siyaseta çewisadin û zilmdar a rejîma Îranê girîngiyê bidin xwe bi rêxistinkirinê û pêşengiyê ji serhildanên demokratîk re bikin û xwedî li destkkeftiyên demokratîk ên gelan û bi taybet gelê Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê biparêzin.

Ev jî hatin dîtin

19:00 Rojev 00.10.2020

Stêrk Tv

Weşana nû ya Stêrk tv 12 Cotmehê roja Duşemê destpê dike

Stêrk Tv

Hevkariya Kanda bi Tirkiyê re li dijî Kurdan careke din li Qerabaxê eşker bû

Stêrk Tv

Rojev Amed – Şewata li çiyayên Kurdistanê

Stêrk Tv

1’ê Gulanê û şûn ve ayarên nû yên Stêrk tv li ser peyka Hotbird 9

Stêrk Tv

Serokê KKP Sînan Çiftyûrek: Em neçarin bibin bersiva gelê xwe

Stêrk Tv