Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KCK’ê: ‘Ji bo xwedîderketina li welat divê em xwedî li cografyaya xwe derkevin’

 

HEVSEROKATIYA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê:
JI BO XWEDÎDERKETINA LI WELAT DIVÊ EM XWEDÎ LI COGRAFYAYA XWE DERKEVIN

Dagirkeriya tirk li gel êrişên xwe yên qirkirina fizîkî û siyasî li dijî kurdan, qira xwezaya Kurdistanê jî tîne.

Daran dibre, çiya û baniyên welat, dar û daristanan dişewitîne.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrişên li ser xwezaya Kurdistanê daxuyanî.

KCK’ê destnîşan kir ku xwezaya Kurdistanê qada jiyanê ya gelê Kurd e, daristan jî cegera wî ne û wiha got:

Xwezaya Kurdistanê yek ji qadên herî girîng a jiyana li Kurdistanê ye.

Botan bi xwezaya xwe qada herî girîng a jiyanî ya Kurdistanê ye.

Dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi agirê dojehê vê xwezayê tine bike.

Xwedîderketina li welêt beriya her tiştî xwedîderketina li cografyayê ye.

HEVSEROKATIYA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê:
ARTÊŞA TIRK BI BOMBEKIRINÊ AGIR BI QADÊ DIXE

KCK’ê destnîşan kir ku li Kurdistanê jî weke beşek ji şerê qirkirinê yê li dijî gelê Kurd, daristan têne şewitandin û destûr nayê dayin ku bê vemirandin.

Li Kurdistanê daristan her sal têne şewitandin.

Her êrişa bi balafir û helîkopteran, her topbaran dibe sedema şewatê.

Di encama vê yekê de li Kurdistanê cihek nema ye ku agir pê neketiye.

Li Tirkiyê bi kêmanî hewl didin şewata vemirînin lê li Kurdistanê nahêlin xelk jî şewatê vemirîne.

Ev rastî radixe pêş çavan ku daristanên li Kurdistanê bi zanebûn tên şewitandin.

HEVSEROKATIYA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê:
DIVÊ BI RENGEKÎ HEVGIRTÎ TÊKOŞÎNA EKOLOJÎK LI HER DERÊ WERE XURTKIRIN

KCK’ê nirxandinên Rêber Apo yên li ser xwedîderketina li xwezayê jî bi bîr xistin:

Rêber Apo ji bo têkoşîna demokrasî û azadiyê ya mirovahiyê, têkoşîna azadiya jinê û têkoşîna ekolojîk diyarker dîtiye.

Hem ji bo xwedîderketina li qada jiyanî ya Kurdistanê hem jî ji bo têkoşîna demokrasî û azadiyê bi rengekî hevgirtî, divê têkoşîna ekolojîk li her derê bê birêxistinkirin û xurtkirin.

Têkoşînek ji vê bêhtir mafdar û rewa nîne. Têkoşîna bi vî rengî heta niha bi têrkerî nehate kirin.

KCK’ê erk û berpirsyariyên civakê jî bi bîr xistin:

Gelê me ji bo Dersima xwe, Botana xwe, Ameda xwe, Xerzana xwe, Çewlika xwe û Serheda xwe biparêze, divê bi lez û bez xwe bi rêxistin bike û têkoşînê geş bike.

Li Kurdistanê bi têra xwe mirovên me yên welatparêz ên têgihiştî hene ku li Kurdistanê têkoşîneke bi vî rengî bikin.

Bêguman li ku derê şewatek hebe divê gelê me xwe bi rêxistin bike û vemirîne; li dijî yên dişewitînin jî helwestê nîşan bide û bi vî rengî pêşî li van şewatên ji bo qirkirinê bigire.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv