Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KCK’ê: ‘Hedefa me ya sala 2. hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê û azadkirina Rêber Apo ye’

 

SALVEGERA 1. A PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê DAXUYANÎ DA

Konseya Rêveber a KCK’ê bi rasthatina salvegera 1. a Pêngava Dem Dema Azadiyê ye daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de pêngava 12’ê Îlona 2020’an a bi navê “ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re bes e, dema bidestxistina azadiyê ye” weke pêngaveke dîrokî hat binavkirin.

Her wiha Pêngava “ji qirkirina jinê re na, dema parastina jin û civaka azad e” ya KJK’ê jî hat bibîrxistin û wiha hat gotin:

Her du pêngav bûn yek û hêzeke mezin bi dest xistin.

Bi têkoşîneke mezin, pêngavê li Kurdistanê û Rojhilata Navîn, desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê anî ber hilweşînê.

SALVEGERA 1. A PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
KCK: PÊNGAVÊ SERKETINÊN MEZIN BI DEST XISTIN

Di daxuyaniyê de zêdebûna êrişên faşîzma AKP-MHP’ê û dewleta Tirk di 2020’an de li dijî gelê Kurd, hêzên demokrasiyê û gelên Rojhilata Navîn hatin bibîrxistin.

Me jî di dema zêdebûna vê êrişkariya desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê de pêngava “Dem Dema Azadiyê ye” da destpêkirin.

Dema em li saleke dawî ya vê pêngavê dinerin, tê dîtin ku serketinên mezin bi dest xistine û encamên girîng derxistine holê.

Ji ber vê yekê em kesên di nava têkoşîna pêngavê de şehîd bûne bi bîr tînin, her kesê di serketina wê de ked dayî silav dikin.

Vê pêngavê li hundir û derve rûyê rastiyê yê AKP-MHP’ê raxist berçavan.

Ne tenê Kurd, vê pêngavê cesaret da gelên Kurdistan, Tirkiyê, Rojhilata Navîn û civakên din ên li gelek deverên cîhanê.

Bi vê cesaretê gel li dijî mêtîngeriya qirker ketin tevgerê.

SALVEGERA 1. A PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
KCK: JINAN PÊŞENGÎ JI PÊNGAVÊ RE KIRIN

Konseya Rêveber a KCK’ê pêngava KJK’ê ya dema parastina jin û civaka azad e, ji qirkirina jinê re na jî bi bîr xist:

Jin bi dilsoziya azadiyê û kelecana azadkirina Rêber Apo bûn pêşengên vê pêngavê.

Bi dilsoziya azadiyê, li ber êrişên tepisandinê rabûn û hiştin ku pêngav daîmî be.

Konseya Rêveber a KCK’ê destnîşan kir, ku bi pêngavê fikir û ramanên Rêber Apo li cîhanê zêdetir belav bûn.

SALVEGERA 1. A PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
KCK: GELÊN ME LI WELAT Û DERVEYÎ WELAT BI XURTÎ BEŞDARÎ PÊNGAVÊ BÛN

Êdî têkoşîna azadiya Rêbertiyê bi vê yekê, bû gerdûnî.

Tevahiya jin, sosyalîst, kedkar, rewşenbîr û hêzên demokrasiyê bûn xwediyê doza azadiya Rêber Apo.

Di daxuyaniyê de berxwedana li zîndanan, li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê, Ewrûpayê û beşdariya gelan a li Pêngavê jî hat bibîrxistin.

Di daxuyaniyê de beşdariya gerîlayên HPG û YJA-Starê ya li Pêngavê bi taybetî hat destnîşankirin.

Û bi Pêngavê re gavên ber bi azadiya Rêber Apo ve hatine avêtin hatin bibîrxistin.

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
KCK: HEDEFA ME YA SALA 2. HILWEŞANDINA FAŞÎZMA AKP-MHP’Ê Û AZADKIRINA RÊBER APO YE

Pêngava azadiyê her çiqas rê li ber bûyerên neyênî girtibe, ew çendî hilweşîna desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê nêzîk kiriye.

Her wiha azadiya Rêber Apo jî nêzîk kiriye.

Pêngava me di salekê de desthilatdariya AKP-MHP’ê hejand û qels kir.

Lê dîsa jî bi tevahî hilneweşand.

Tecrîda li dijî Rêber Apo jî dewam dike.

Gelê Kurd, dostên wî û hêzên demokrasiyê jî dîtin, ku encex bi hêza rêxistinbûyî û têkoşînê encam tê bidestxistin.

Heke têkoşîn hinekî din bihata mezinkirin, wê pêngav gihiştiba tevahiya hedefên xwe.

Paradîgmaya Rêbertiyê xwedî wê hêzê ye, ku encamên ji îro derketine holê bi bandortir biafirîne.

Lê rastiyeke ku me hê ev bandor ne afirandî ye.

Gelê Kurd û hêzên demokrasiyê ti carî weke îro nebûne xwedî derfeta serketinê.

Dijminên gelê Kurd û demokrasiyê jî di dema xwe ya herî qels de ne.

Ji ber vê yekê di sala 2. a pêngavê de divê em bi baweriya serketineke mezin xwe birêxistin bikin.

Konseya Rêveber a KCK’ê destnîşan kir, ku wê hedefa sereke ya sala 2. a pêngavê hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê û azadkirina Rêber Apo be.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv