Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KCK’ê bi daxuyaniyekê salvegera pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir

 

CEJNA VEJÎNÊ Û GERÎLA YA NETEWEYÎ
KCK’Ê BI DAXUYANIYEKÊ SALVEGERA PÊNGAVA 15’Ê TEBAXÊ PÎROZ KIR

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi rasthatina salvegera 37’an a Pêngava 15’ê Tebaxê daxuyaniyek da.

KCK afrînerê vê pêngavê Rêber Apo silav dike û cejna vejînê lê pîroz dike.

Di şexsê fermandarê mezin Egîd de tevahiya şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr tîne.

KCK vê rojê li gelê Kurd, şervanên azadiyê, gaziyên têkoşînê, dostên demokrat û şoreşger pîroz dike.

CEJNA VEJÎNÊ Û GERÎLA YA NETEWEYÎ
KCK: RUHÊ 15’Ê TEBAXÊ ESAS BÊ GIRTIN, TI HÊZ NIKARE TÊKOŞÎNA GELÊ KURD RAWESTÎNE

Pêngava gerîla ya 15’ê Tebaxê bi ruhê berxwedana zîndanê ya 14’ê Tîrmehê serhildana miletekî ya manûnemanê da destpêkirin.

Vê rojê ne tenê ji bo gelê Kurdistanê, ji bo gelên Rojhilata Navîn jî serdema şoreşan da destpêkirin.

Wê bandora şoreşên mezin ên 15’ê Tebaxê afirandine, di sedsalên bên de jî were dîtin.

Heta ku ruh û rêbaza pêngava 15’ê Tebaxê afirandî esas bê girtin, wê ti hêz nikaribe li pêşiya têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bisekine.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi bîr dixe, ku şerê gerîla ev 37 sal in derbên giran li dijmin xistiye û rê nedaye, mêtîngeriya qirker bigihe armancên xwe.

CEJNA VEJÎNÊ Û GERÎLA YA NETEWEYÎ
KCK: ARMANCA HERÎ MEZIN A PÊNGAVÊ AFIRANDINA GELEKÎ AZADÎXWAZ BÛ

Armanca herî mezin a pêngava 15’ê Tebaxê afirandina rastiya gelekî têkoşerê azadiyê bû.

Ji niha û pê ve jî armanca vê serketinê wê nivîsandina dîroka gel û welatê azad be.

Heke têkoşîn bi ruhê 14’ê Tîrmehê û 15’ê Tebaxê bi awayekî şoreşgerî were mezinkirin, wê hedefa Kurdistana Azad di demeke kin de pêk were.

CEJNA VEJÎNÊ Û GERÎLA YA NETEWEYÎ
KCK: WÊ DAGIRKERIYA TIRK BI DERBÊN JI DESTÊ GERÎLA BIXWE TÊK BIÇE

KCK destnîşan dike, ku dewleta Tirk ji ti êrişên xwe yên qirkirinê encam negirtiye û ev yek bi saya 15’ê Tebaxê ye.

Dewleta Tirk tevî bikaranîna tevahiya derfetên xwe ti encamê nagire û her roj qelstir dibe.

Sekna fedayî ya gerîlayên jin û mêr, berxwedana wan a bi rêbaza têkoşîna 15’ê Tebaxê li Herêmên Parastinê yên Medyayê vê yekê nîşan dide.

Em gerîlayên bi vê têgihiştinê li ber xwe didin silav dikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv