Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KCK’ê bang li gelê Kurd kir: Armanca êrişê qirkirin e, li her deverê rabin ser piyan

 

KCK’Ê BANG LI GELÊ KURD KIR:
ARMANCA ÊRIŞÊ QIRKIRIN E, LI HER DEVERÊ RABIN SER PIYAN

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ragihand ku dewleta Tirk şeva 23 Nîsanê di şexsê gerîlla de dest bi tevgera qirkirina gelê Kurd kiriye û ev hişyarî da:

Êrîşên dewleta Tirk li dijî tevahiya gelê Kurd in.

Bi tasfiyekirina gerîla re tê xwestin ku qirkirina Kurdan bê temamkirin.

Dixwazin ku hêzên azadiyê yên li hemû aliyên Kurdistanê tasfiye bikin.

Di serî de jî êriş li dijî destketî û qadên azad ên li Başûrê Kurdistanê û Rojava ne.

Divê mirov nekeve nava bendewariyeke wisa ku tenê bi berxwedana gerîla wê dawî li vê dagirkeriyê bê anîn.

Ev êriş li dijî tevahiya Kurdan e.

Ji ber vê yekê divê Kurd li her deverê rabin ser piyan û bi gerîla re bibin yek.

Doza azadî û demokrasiyê ya gelekî tenê bi têkoşîna gerîla bi ser nakeve.

Pêwîstî bi têkoşîneke topyekûn heye.

Gerîllayên Kurdistanê bi awayekî canfeda li berxwe didin.

Li hemberî vê yekê erka her Kurdî ye ku bi ruhê pêngava ‘Dema Azadiyê ye’ serî rake.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê encamên xeter ên êrişan ji bo paşeroja Başûrê Kurdistanê jî bi bîr xistin û wiha dewam kir:

Bi tinekirina gerîlla dixwazin navend û çavkaniya herî berxwedêr a Başûrê Kurdistanê bêbandor bikin.

Îradeya hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê bişikînin û vî beşê welat bixin nava sîstema qirkirinê.

Li hemberî vê yekê, di serî de hunermend û rewşenbîr, lazime gelê me yê bi rûmet li Başûrê Kurdistanê dengê xwe bilind bike.

Lazime her devera Başûrê Kurdistanê veguhere qada berxwedanê ya li dijî dagirkeriyê.

Berxwedana xelkê Amêdiyê, Dêralokê û Şêladizê li dijî dagirkeran nîşan da ku bi têkoşînê pêkane rê li pêşiya dagirkeran were girtin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi heman armancê bang li hêzên demokrasiyê yên Rojhilata Navîn û cîhanê jî kir da ku piştevaniya gelê Kurd bikin..

Hevserokatiyê herî dawî ji hêzên cîhanî jî xwest ku dawî li desteka xwe ya ji bo dewleta Tirk bînin û wiha got:

Di serî de Amerîka, Ewrûpa û hêzên destekê didin êrişên dewleta Tirk hemû, banga me ji bo wan eve;

Êdî dawî li piştgiriya xwe ya ji bo faşîzmê bînin.

Nebin hevkarê qirkirina Kurdan!

Bêdengî û desteka xwe ya ji bo qirkirina 1915’an, dubare nekin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv