Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KCK: Peyam dan ku tişta bi ser Ermeniyan de anîne wê li hemberî Kurdan jî bikin

 

TEVGERA DAGIRKERIYÊ YA DEWLETA TIRK:
KCK: PEYAMA DAN KU TIŞTA BI SER ERMENIYAN DE ANÎNE WÊ LI HEMBERÎ KURDAN JÎ BIKIN

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek da..

Hevserokatiyê êrişên dawî weke hewldana temamkirina konsepta qirkirinê ya sala 2014’an binav kir û wiha got:

Dewleta Tirk şeva 23’ê Nîsanê di arîfeya salvegera qirkirina gelê Ermenî de, li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi êrişeke berfireh kir.

Bi van êrişên dawî re xwestin vê peyama; “me çawa gelê Ermenî qir kir, em ê heman tiştî bînin serê Kudan jî” bidin.

Çawa ku wê demê qirkirina Ermeniyan bi desteka Almanya û bêdengiya Amerîka û hêzên Rojavayî pêk hat, hewldana qirkirina gelê Kurd jî bi desteka heman hêzan pêk tê.

TEVGERA DAGIRKERIYÊ YA DEWLETA TIRK
KCK: ÊRIŞ BI ERÊKIRINA HÊZÊN NAVNETEWEYÎ Û PDK’Ê DESTPÊKIRIN

Lewma beriya êriş destpê bike, di navbera rayedarên dewleta Tirk, Amerîka û Ewrûpayê de hevdîtin hatin kirin û di encamê de êrişên dawî hatin erêkirin.

Dîsa ev êriş bi erêkirina serokwezîrê herêma Başûrê Kurdistanê pêk hatine.

Komploya navneteweyî ya sala 1999’an îro bi vê rêbaza dagirkeriyê tê berdewamkirin.

Di rewşeke wiha de, di serî de PDK bêdengiya hêzên siyasî ên li Başûrê Kurdistanê yekser tê wateya rewakirina êrişên dewleta Tirk.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi bîr xist ku her gava êriş li dijî Başûr an jî devereke din a Kurdistanê pêk hatiye, PKK’ê, gerîlla û gelê Kurd di cih de bûne xwedî helwest û erkên xwe bicih anîne..

Berevajî vê yekê, PDK’ê bi bêdengiya xwe, rê dide hêzên dagirker.

Ji xwe ev demeke dirêj e PDK’ê bi dorgirtina li qadên gerîlla, rêya êrişê li pêşiya artêşa Tirk vekiriye.

Li şûna vê helwestê, gelê Kurd her li bendê bû ku PDK li ber êrişên hêzên dagirker rabe û piştgiriya dagirkera neke.

Hevserokatiya Konseya Rêveber diyar kir ku êrişa dewleta Tirk binpêkirina îradeya siyasî ya Iraqê ye û wiha dewam kir:

Ji rewşa heyî diyar dibe ku eger Iraq helwestê li dijî van êrişan nîşan nede wê di encamê de li dijî yekparebûna axa Iraqê rê li ber encamên xeter veke.

Eger rêveberiya Bexda van êrişan weke gefa perçekirina axa xwe dibîne, divê bibe xwedî helwest û erkên xwe bicih bîne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv