Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KCK: PDK li kêleka dewleta Tirk disekine û tevlî şer bûye

 

HEVSEROKATIYA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê
“PDK LI KÊLEKA DEWLETA TIRK DISEKINE Û TEVLÎ ŞER BÛYE”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir di demekê de ku şerê gerîla yê li dijî dewleta Tirk a dagirker giran bûye û artêşa Tirk xitimiye, PDK’ê li dijî qadên gerîla dest bi êrişeke dorpêçkirinê kiriye.

KCK’ê ragihand ku di encama vê yekê de di navbera hêzên taybet ên PDK’ê û gerîla de şer qewimî û wiha got;

PDK bi vê helwesta xwe, bi rengekî eşkere li kêleka dewleta Tirk tevlî şer bûye.

Ev şirîkatiya şer ku heta niha bi rengekî sergirtî dihate kirin, lê êdî eşkere bûye.

PDK bi vê gavê hewl dide dewleta Tirk a şirîkê xwe, ji têkçûnê rizgar bike.

Ji ber vê yekê dor li qadên gerîla digire.

Niha armanca dewleta Tirk û armanca PDK’ê bûye yek.

KCK’ê destnîşan kir ku di navbera êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û dorpêçkirina qadên gerîla YA ji aliyê PDK’ê ve, ti cudahî nîne û wiha got;

Eşkere ye ku dorpêçkirina qadên gerîla; ji hev qutkirina qadên gerîla, tê wateya ragihandina şer a li dijî gerîla.

Raya giştî ya Kurd baş zane ku dewleta Tirk demek dirêje ji bo dagirkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişan dike.

Tevî ku rastî bi vî rengî ye, PDK radibe vê berxwedanê û dagirkeriya dewleta Tirk mîna hev nîşan dide.

Gelek caran ispat bûye ku Başûrê Kurdistanê ji aliyê PKK’ê ve tê parastin.

Kes nikare daxwaza PKK’ê ya ji bo parastina Başûrê Kurdistanê bike mijara nîqaşê.

HEVSEROKATIYA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê
“DIVÊ KURD Û KURDISTANÎ LI DIJÎ ÊRIŞÊN PDK’Ê HELWEST NÎŞAN BIDIN”

KCK’ê ji hêzên siyasî û parlamenta Başûrê Kurdistanê xwest ku li dijî dagirkeriya dewlet Tirk helwestê nîşan bide û wiha got;

Wezîfeya dikeve ser milê rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar, saziyên demokratîk û gelê Kurd ê li çar aliyên Kurdistanê ew e ku li dijî van êrişên PDK’ê helwestê nîşan bidin.

Bang li gelê Kurd û hêzên siyasî bikin ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk helwestê nîşan bidin.

Eger li dijî vê êrişkariya qirker helwesteke hevpar neyê nîşandan û têkoşîn neyê meşandin, 4 aliyê Kurdistanê wê bikeve nava xeteriyên mezin

KCK’ê êrişa li ser wargeha Mexmûrê jî bi bîr xist û wiha got;

Roja ku PDK’ê bi piştgiriya balafirên şer ên Tirk dest bi dorpêçkirina qadên gerîla kir, dewleta Tirk jî bi balafirên bêmirov bombe li Mexmûrê barand.

Ev yek encama polîtîkaya hevpar a dewleta Tirk û PDK’ê ye ku li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd dimeşîne.

Gelê Kurd, hêzên siyasî û saziyên demokratîk, divê li dijî nêzîkatiya PDK’ê ya ku xwe dide ber dewleta Tirk a dagirker û qirker, li her cihî helwestê nîşan bide û li dijî dagirkeriyê bi xurtî piştgiriyê bide têkoşîna gerîla.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv