Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KCK: ‘Neteweyên Yekbuyî, Ewrûpa û Amerîka çavên xwe li sûcên dewleta Tirk digirin’

 

LI DIJÎ GERÎLA BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ
KCK: NETEWEYÊN YEKBÛYÎ, EWRÛPA Û AMERÎKA ÇAVÊN XWE LI SÛCÊN DEWLETA TIRK DIGIRIN

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî û gazên bi jahr li dijî hêzên gerîla daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku HPG ev 5 meh in radigihîne, ku dewleta Tirk li dijî qadên gerîla van çekên qedexekirî bi kar tîne.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê destnîşan kir, ku dewleta Tirk sûcê şer dike û heta niha dewletek, ti sazî û rêxistinên navneteweyî li ber vî sûcî ne rabûne.

Hêzên siyasî yên weke Ewrûpa û DYA, saziyên bi ser Neteweyên Yekbûyî ve, dema mijar welatên dijminên wan bin çekên kîmyewî û gazên bi jahr tînin rojevê.

Lê dema mutefîkên wan bin, kesên van sûcan dikin nabînin û li ber wan ranabin.

Bi vê yekê nîşan didin, ku ne xwedî helwest û jidilbûneke li dijî çeka kîmyewî û gaza bi jahr in.

KCK’ê da zanîn, ku dewleta Tirk a dagirker jî ji ber helwesta van hêzan a dema mijar Tirkiye be, bi berjewendiyên xwe dadikevin, bi cesaret dibe.

LI DIJÎ GERÎLA BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ
KCK: TIRKIYE KURDAN QIR DIKE Û HÊZÊN NAVNETEWEYÎ DESTEKÊ DIDINÊ

Tirkiye Kurdan qir dike, zilm û zextan li wan dike û li ser gelê xwe dîktatoriyê dike… Ev ne xema wan e.

Hebe nebe, ew xwedî berjewendiyên xwe ne.

Her kesê bêje “ez Kurd im” li dijî Tirkkirin û asîmîlasyonê radibe, diavêje zîndanan.

Navendên binçavkirinê veguherîne cihên zext, êşkence û tecawizê.

Lê Ewrûpa û DYA hê jî vî welatî weke welatekî demokratîk be, muxatab digirin.

Desteka eskerî, siyasî û dîplomatîk didin dewleta Tirk.

KCK’ê bi bîr xist, ku dewleta Tirk gefan li Rojava û Şengalê dixwe, bombeyan li ser wan dibarîne, zilma li dijî Mexmûriyên ji ber zilma wê koç kirine didomîne.

Û ji ber vê yekê Ewrûpa, DYA û Neteweyên Yekbûyî weke hevkarên komkujiyên dewleta Tirk û sûcên wê destnîşan kir.

KCK’ê êrişên dagirkeriya TIrk ên li dijî her cûre nirxên mirovahiyê jî yek bi yek bi bîr xistin û got:

LI DIJÎ GERÎLA BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ
KCK: GERÎLA BI TEDBÎRAN RÊ LI BER ZÊDEBÛNA ŞEHADETAN DIGIRE

Beriya niha bi çend rojan HPG’ê ragihand, ku li Girê Sor 3 gerîla ji ber çeka kîmyewî şehîd bûne.

Gerîla heta niha bi tedbîrên xwe rê li ber şehadetan girtiye.

Naxwe, wê heta niha bi sedan gerîla şehîd bûbûna.

Wisa xuya dike, ku Ewrûpa, DYA û Neteweyên Yekbûyî dixwazin gerîla hemû bi gaza jahrkirî werin kuştin.

Heke ne wisa bûya, wê li hemberî dewleta Tirk bibûna xwedî helwest.

Ji vê yekê jî diyar dibe, ku dema mijar Kurd bin, helwesta wan jî cûda dibe.

LI DIJÎ GERÎLA BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ
KCK: DIVÊ DEWLETA TIRK JI BER SÛCÊN LI DIJÎ MIROVAHIYÊ WERE DADGEHKIRIN

KCK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li tevahiya gelê Kurd, gelên Tirkiyê, hêzên demokrasiyê yên li her devera cîhanê kir, ku li dijî bikaranîna çeka kîmyewî ya li ser gerîla rabin ser piyan.

Bi vê yekê divê em dewleta Tirk ji ber sûcên li dijî mirovahiyê dike, li kursiyê bersûcan bidin rûniştandin.

Em xwedî bawer in, ku wê Dadgeha Daîmî ya Gel a Romayê (Trîbûnala Navneteweyî) gavên girîng biavêje.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv