Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KCK: Îro jî bi hişmendiya 1’ê Hezîranê û 15’ê Tebaxê têkoşîn tê meşandin

 

HEVSEROKATIYA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê:
PÊNGAVA 1’Ê HEZÎRANÊ DEWAMA PÊNGAVA 15’Ê TEBAXÊ YE

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera Pêngava 1’ê Hezîranê daxuyaniyek da.

KCK’ê di şexsê şehîdên pêngavê de hemû şehîdên doza azadiya Kurdistanê bi bîr anîn.

KCK’ê diyar kir ku Pêngava 1’ê Hezîranê hem dewama 15’ê Tebaxê ye, hem jî asteke girîng a serxistina vê pêngavê ye jî.

Di wê demê de jî komplogerên navnetewî û dewleta Tirk dixwestin tevgerê tasfiye bikin.

Dûvikên komplogeran ên hundirîn jî dixwestin PKK’ê tasfiye bikin.

HEVSEROKATIYA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê:
DI DEMA ÊRIŞÊN TASFIYEYÊ DE GERÎLA BI PÊNGAVÊ BERSIV DA

KCK’ê bal kişand ser proseya wê demê û bersiva Tevgera Azadiyê:

Gerîla bi paradîgmaya civaka demokratîk ekolojîk û azadiya jinê ya Rêber Apo, pêvajoyeke nû da destpêkirin.

Dost û dijminan di demeke kurt de dît ku PKK ji berê xurtir têdikoşe.

KCK’ê destnîşan kir ku ji 1’ê Hezîrana 2004’an heta niha di nava 17 salan de Tevgera Azadiyê ya Kurd hem guherînên mezin kirine, hem jî ji aliyê siyasî û leşkerî ve gelekî bi pêş ketiye:

Dewleta Tirk ku di payîza 2014’an de Plana Têkbirinê amade kir.

Ji wê rojê ve êrişên berfireh dike û dixwaze Tevgera Azadiyê tune bike.

Ev hemû ji ber destketiyên siyasî û leşkerî yên xurt ên Pêngava 1’ê Hezîranê ne.

Pêngava 1’ê Hezîranê ne tenê pêngaveke leşkerî ye;

Di heman demê de li ser bingeha paradîgmaya nû têkoşîna siyasî û civakî ye.

HEVSEROKATIYA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê:
ÎRO JÎ BI HIŞMENDIYA 1’Ê HEZÎRANÊ Û 15’Ê TEBAXÊ TÊKOŞÎN TÊ MEŞANDIN

KCK’ê diyar kir ki Tevgera Azadiyê, gerîla, bi ruhê 15’ê Tebaxê û hişmendiya 1’ê Hezîranê li dijî hêzên mêtingerên qirker û hêzên destekê didin wan:

Li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê, gerîla li dijî êrişa komployeke nû berxwedaneke dîrokî dimeşîne.

Berxwedêr li ser xeta modernîteya demokratîk a Rêber Apo derbên mezin li dagirkeran dixin.

Mîna ku Şehîd Çiyager destnîşan kir; Encam wê bêhempa be!

1’ê hezîranê di heman demê de salvegera Berxwedan Geziyê ye jî.

Têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd wê teqez bi ruhê Geziyê re bibe yek û Tirkiyeya Demokratîk û Kurdistana Azad biafirîne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv