Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KCK: Divê PDK’ê hêzên xwe ji dor qadên gerîla vekişîne

 

ŞERXWAZIYA PDK’Ê
KCK: PDK BER BI ŞERÊ LI DIJÎ GERÎLA VE GAVAN DAVÊJE

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî hewldan û helwesta PDK’ê ya şerekî li dijî gelê Kurd, tevgera azadiyê daxuyaniyek da.

KCK’ê bi bîr xist, ku ev 100 roj in li Herêmên Parastinê yên Medyayê dewleta Tirk tevegra dagirkirinê didomîne.

Gerîla li dijî 2. artêşa mezintirîn a NATO’yê bi îradeyeke ji hêza mirov wêdetir, li ber xwe dide.

Gerîla ev mehan e, derbên giran li artêşa Tirk didin.

Ev berxwedan a tevahiya gelên Kurdistanê û Rojhilata Navîn e.

Ev têkoşîna herî bi rûmet û mezin a dîroka gelê Kurd e.

Hevserokatiyê li rex vê berxwedana gerîla bal kişand ser hewldana dorgirtina li qadên gerîla ji aliyê hêzên PDK’ê ve:

Ev yek tê maneya rehetkirina artêşa Tirk û biserxistina tevgera wê ya dagirkirinê.

Tevî ku gelê Kurd û raya giştî ya Kurd bi tundî li ber vê yekê rabûn jî PDK’ê bi awayekî ron û eşkere, şer li dijî gerîla ragihandî ye.

Heke PDK’ê ev yek nekira, weke tevgerên din, wê ev tevgera dewleta Tirk jî ji aliyê gerîla ve hatiba têkbirin.

ŞERXWAZIYA PDK’Ê
KCK: DIVÊ PDK HÊZÊN XWE JI DOR QADÊN GERÎLA VEKIŞÎNE

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi bîr xist, ku PDK’ê 29’ê Tîrmehê ji bo têkiliya hêzên gerîla li Zap û Avaşînê qut bike, ber bi qada Çemço ve dest bi tevgerê kiriye.

Tevî ku hêzên gerîla hişyar kirin, ku ev yek wê were wateya şer, PDK bi israr xwest hêzên xwe bibe qadên gerîla.

Helwesta xelkê herêmê ya li hemberî vê yekê, bangek li PDK’ê ye ku dev ji van polîtîkayan berde.

KCK’ê êrişa 26’ê Tîrmehê ya li Xelîfanê li dijî koma gerîla jî bi bîr xist û ev agahî dan:

Tê gotin ji yekîneya gerîla şehîd hene û hin ji wan jî bi birîndarî dîl hatine girtin.

Bi vê êrişê li holê ye, ku PDK dixwaze desteka xwe ya ji êrişên dagirkeriya Tirk re, veguherîne şerekî li dijî gerîla.

Hêviya me ew e, ku PDK dawî li van gavên xwe yên xeternak bîne.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi bîr xist, ku dewleta Tirk ev 40 sal in nikare bikeve qadên gerîla:

Ti sedemeke mafdar a ketina qadên gerîla ji aliyê PDK’ê ve nîne.

Ne mimkûn e, ku gelê Kurd û ti hêza siyasî ya Kurd vê yekê qebûl bike.

Ev helwesta PDK’ê destkeftiyên gelê Kurd dixe xeteriyê.

Em bang li PDK’ê dikin, ku hêzên xwe yên leşkerî ji dora gerîla vekişîne.

ŞERXWAZIYA PDK’Ê
KCK: BILA HER KES BI WELATPARÊZIYA XWE RABE Û RÊ LI ŞER BIGIRE

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê her dawî ev bang kir:

Banga me li gelê Kurd, rewşenbîr, nivîskar, hunermend û tevahiya hêzên siyasî yên Kurd e…

Ji bo rê li ber girtina şerekî PDK’ê yê li dijî gerîla, bi berpirsiyariya xwe ya welatparêziyê rabin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv