Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KCK: Divê PDK’ê dev ji van helwestên kurdan diêşîne berde 03.03.2021

 

JI ALIYÊ PDK’Ê VE TESLÎMKIRINA OMER BARTAN
KCK: DIVÊ PDK’Ê DEV JI VAN HELWESTÊN KURDAN DIÊŞÎNE BERDE

Siyasetvan Omer Bartan 28’ê Çileya îsal ji aliyê PDK’ê ve dest û çav girêdayî, teslîmî dewleta Tirk a dagirker hat kirin.

Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nerasîbûn nîşan da.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku ji ber Omer Bartan cezayê zîndanê girtibû ji neçarî xwe spartibû Başûrê Kurdistanê û wiha hat gotin:

Bixwespartina Başûrê Kurdistanê xwest ji welatê xwe qut nebe.

Lê belê li vê derê bi rewşeke nexwestî re rû bi rû hat.

Bêyî ti sedema girtinê hebe, weke siyasetvanekî Kurd ê li Tirkiyê lêgerîna wî heye hat girtin.

PDK timî ji bo dilê Tirkiyê xweş bike siyasetvanên Kurd teslîm dike.

Ev pêkanînên bi destê saziyên fermî yên di rêveberiya PDK’ê de Kurdan hemûyan diêşînin.

Em bang li PDK’ê dikin, ku dev ji van helwestên xwe berde.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku dewleta Tirk di dijminahiya li hemberî gelê Kurd de pêşenge û wiha hat gotin:

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê rojane bi dehan siyasetvanên Kurd tên girtin.

Omer Bartan jî ji ber têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd cezayê zîndanê lê hatibû birîn.

Teslîmkirina siyasetvanekî di vê rewşê de ji aliyê PDK’ê ve bo dewleta Tirk, tê maneya erêkirina van sedeman.

Di daxuyaniya KCK’ê de hat destnîşankirin, ku têkiliyên PDK’ê yên bi dewleta Tirk re zerareke mezin dide têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd.

Endam an jî şervanekî PKK’ê yên ti têkiliya wan bi PDK’ê re tine ye, bi salan li zîndanan tên girtin.

Lê dema sîxurekî destê wî ketibe xwîna gerîla an jî noqteyên gerîla ji dewleta Tirk re gotibe tê girtin, PDK daxwaza berdana wî dike.

Ev nêzîkatiya PDK’ê têkiliyên di navbera rêxistinên Kurd de sabote dike.

Ev yek zirarê dide tevahiya têkoşîna azadiyê ya li çar aliyên Kurdistanê.

Ji ber vê yekê divê PDK siyasetvan û şoreşgerên Kurd êdî hew radestî Tirkiyê bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv