Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KCK: Divê bi dehhezaran kes dakevin qadan û bêjin ‘Em Kurd In’

 

KOMKUJIYA LI KONYAYÊ
HEVSEROKATIYA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê DAXUYANÎ DA

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrişa nijadperestî ya li dijî malbata Dedeogullari ya li Konyayê daxuyaniyek da.

KCK’ê destnîşan kir, ji ber ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bi polîtîkayên dijminahiya li Kurdan êrişên xwe li dijî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê zêde kirin, li her deverê li dijî Kurdan û kesên deng dane HDP’ê êriş zêde bûn.

Daxuyaniya KCK’ê wiha dewam kir:

Ji van êrişan Erdogan û Bahçelî berpirsyar in.

Ji ber vê polîtîkayê malbateke Kurd li Konyayê tevî ferdên xwe hemûyî hat qetilkirin, xaniyê wê hat şewitandin.

KOMKUJIYA LI KONYAYÊ
KCK: JI BER KU MALBATÊ DEST JI NASNAMEYA KURD BERNEDA BÛ HEDEFA ÊRIŞÊ

Ev komkujiya hovane, ji ber ku malbat Kurd bû û dest ji nasnameya Kurdbûnê berneda pêk hat.

Bi vê komkujiyê ji Kurdan re dibêjin “an hûnê dest ji nasnameya xwe berdin an jî aqûbeta we wê mirin be.”

Kesên komkujî pêk anîne li cihê bên girtin, hatine berdan.

Faşîstên hatine berdan, êrişa ku difikirîn nîvco hiştine temam kirin û 7 Kurd bi awayekî hovane qetil kirin.

Ji vê komkujiyê bi qasî desthilatdariya AKP-MHP’ê çapemeniya wê ya faşîst jî berpirsiyar e.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê li ser helwest û nerazîbûna pêwîst a li dijî vê hovîtiyê jî ev xal destnîşan kirin:

Êdî asta nîşaneya demokrasiyê û demokratîkbûnê li Tirkiyê, li dijî êrişan bi xwedîderketina li Kurdan diyar dibe.

KOMKUJIYA LI KONYAYÊ
KCK: DIVÊ BI DEHHEZARAN KES DAKEVIN QADAN Û BÊJIN “EM KURD IN”

Ya divê li dijî vê komkujiyê bê kirin, ji aliyê hêzên demokrasiyê, gelên Tirkiyê ve nîşandayîna helwesteke hevpar e.

Bi şiyara “em hemû Kurd in, em hemû Elewî ne” divê bi dehhezaran kes dakevin qadan.

Divê tevahiya hêzên demokrasiyê, mirovên bi wijdan û xwedî edalet bi Kurdan re dakevin kolanan.

Di daxuyaniyê de KCK’ê ev bang jî li Kurdan kir:

Divê Kurd jî li her devera lê ne xwe birêxistin bikin.

Li dijî qirkirin û faşîzmê bi hêzên demokrasiyê re tevbigerin.

Weke beriya niha me gotî “divê Kurd ne berxê ber kêrê bin” û li her derê têkoşînê mezin bikin.

Gelê Kurd bi têkoşîn û têgihiştina xwe ya dehan salan xwedî vê tecrûbê ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv