Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KCK: Biryara DYA’yê keys û derfetên nû pêşkêşî MÎT û DAIŞ’ê dike

 

KOMÎTEYA TÊKILIYÊN DERVE YA KCK’Ê:
BIRYARA DYA’YÊ KEYS Û DERFETÊN NÛ PÊŞKÊŞÎ MÎT Û DAIŞ’Ê DIKE

Komîteya Têkiliyên Karê Derve ya KCK’ê têkildarî biryara Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ya têkildarî têkoşerên pêşeng ên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê daxuyaniyek da.

KCK’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser van xisûsan:

Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê biryara têkildarî sê şoreşgerên Kurd ku sala 2018’an dabû, dubare kir.

Ev biryar ne li gorî dîrok, siyaset, civak, hiqûq û exlaqê mirovahiyê, ne jî rewa ye.

Ne Rêber Apo, ne jî her sê hevrêyên me û ne jî ti endamekî PKK’ê û tevgera Apoyî ti çalakiyeke li dijî Amerîkayê nekiriye.

Berovajî, wan tim bang li Amerîkayê kiriye ku ji bo çareseriya pirsa Kurd bikeve dewrê.

KOMÎTEYA TÊKILIYÊN DERVE YA KCK’Ê:
YÊN WERIN DADGEHKIRIN ERDOGAN Û ŞIRÎKÊN DEWLETA TIRK IN

KCK’ê îşaret bi têkoşîna Rêber Apo, rêveberên Tevgera Azadiyê û bi hezaran şehîdan li dijî DAIŞ’ê kir û wiha dewam kir:

Heke ne ji vê têkoşînê bûya, DAIŞ wê têk neçûya û Amerîka çawa neçar ma bi Talîbanan rûnê;

Wê li gel wê û komên din ên çete yên girêdayî Tirkiyê biketa nava danûstandinan.

Ên bên dadgehkirin divê di serî de Erdogan û hevkarên dewleta Tirk in li pey îdeolojiya DAIŞ’ê ne.

KOMÎTEYA TÊKILIYÊN DERVE YA KCK’Ê:
EV BIRYAR KÛRKIRINA PIRSGIRÊKA KURD Û NEÇARESERIYA PIRSA KURD E

KCK’ê destnîşan kir ku biryara wezaretê erêkirina neçareserkirina pirsa Kurd e û wiha dewam kir:

Ev biryar tê wateya hevkariya siyaseta qirkirina fizîkî û siyasî ya li ser gelê Kurd ku desthilata faşîzan a Erdogan û Bahçelî.

Çareseriya demokratîk a doza Kurd, kilîda çareseriya hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn e.

Bi vê biryarê Amerîka nîşan dide ku krîz, alozî û komkujiyên li herêmê bidomin.

KOMÎTEYA TÊKILIYÊN DERVE YA KCK’Ê:
DIVÊ GELÊ KURD Û AMERÎKÎ LI DIJÎ VÊ BIRYAR Û SIYASETÊ RABIN

KCK’ê komploya navnetewî ya li dijî Rêber Apo beriya 22 salan bi serkêşiya Amerîkayê hatibû kirin jî bi bîr xist û diyar kir ku ev biryar dewama wê siyaset û komployê ye.

KCK’ê destnîşan kir ku wê ev biryar keys û derfetê ji MÎT û DAIŞ’ê re çêke û ev nirxandin kir:

Ev her sê têkoşer di mijara têkbirina pîlan û tevgerên DAIŞ’ê û MÎT’a Tirk de xwedî rolên esasî û sereke ne.

Ev biryar rasterast di berjewendiya dewleta faşîst a Tirk û DAIŞ’ê de ye.

Divê raya giştî ya cîhanê û nexasim jî kurd û amerîkî bi hemû rêyên demokratîk û siyasî bikevin nava liv û tevgerê, zextê li Amerîkayê bikin ku ji vê biryarê vegere da ku dawî li komkujî û jenosîdên li ser gelê kurd û gelên herêmê were.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv