Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KCK: Berxwedana gerîla û serhildana gel wê dawî li dagirkeran bînin

 

KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê:
BERXWEDANA GERÎLLA Û SERHILDANA GEL WÊ DAWÎ LI DAGIRKERAN BÎNIN

Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê-KCK’ê têkildarî êrişên dagirkeriya Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek weşand.

Konseyê bi bîr xist ku dewleta Tirk 10 roj in êrişî çiyayên Kurdistanê dike û wiha dewam kir:

Plan dikin ku bi tinekirina Tevgera Azadiya Kurdistanê, polîtîkayên xwe yên qirkirinê bi ser bixin. Ji kêliya destpêkê ya êrişan ve gerîllayên HPG û YJA-STAR’ê bi rêbazên fedayî derbên giran li dagirkeran didin. Di berdêla jiyana azada a gelê Kurd de, gerîlla şerê man û nemanê dimeşîne.

Li hemberî vê helwesta birûmet, em şehîdên pêngavên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê bi bîr tînin, gerîla û fermandarên ku li ser şopa Fermandar Egîd û şehîdan liberxwe didin silav dikin.

Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku gerîlla ji bo parastina tevahiya Kurdistanê canê xwe bexş kiriye û wiha got:

Berxwedana gerîla ji bo gelêm Kurd û hêzên siyasî banga hevgirtina parastina Kurdistanê ye.

Di serî de dewleta Tirk a faşîst û qirker, hêzên dijmin hemû ji bo Kurd nebin xwedî jiyaneke azad êrişî destketî û çeperên têkoşînê dikin.

Mîna yên berê, di nava Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de jî tê xwestin ku gelê Kurd bê qirkirin û pêşengiya vê tevgerê îro rêjîma faşîst a AKP-MHP dike.

Li hemberî vê, lazime helwesta weke berxwedana hebûna neteweyî ya temamiya Kurdan bê pêşxistin. Berovajî Kurd wê bikevin nava xefleteke dîrokî. Encamên vê jî wê ji bo her parçeyên Kurdistanê giran be.

Lewma, mîna ku fermandarê artêşa gerîla hevrêyê me Mûrat Karayilan destnîşan kir, ev berxwedan berxwedana parastina tevahiya Kurdistanê ye. Hêzên welatparêz hemû divê bi vê berpirsyariya dîrokî rabin û cihê xwe di nava vê berxwedanê de bigirin.

Her gerîla di oxira azadiya gelê Kurd de canê feda kiriye. Gelê Kurd jî bêguman wê li van zarokên xwe yên bi rûmet xwedî derkeve.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv