ŞEWATÊN LI DARISTANÊN TIRKIYÊ
KCK: AGAHIYA “KURDAN Û PKK’Ê AGIR BI DARISTANAN XISTINE” DEREW E
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî şewatên li daristanên Tirkiyê daxuyaniyek da.
KCK’ê bi bîr xist, ku bi giranî agir bi giranî li peravên Ege û Derya Spî bi daristanan ketiye û hê jî dewam dike.
Hevserokatiyê destnîşan kir, ku daristan çiqasî hêmanên herî bingehîn ê ekolojiyê bin, ewçendî jî ji bo zindiyan hemûyan jingeh û stargeh in.
Ji ber vê yekê şewata daristanan ji bo tevahiya mirovahiyê û zindiyan felaketek e.
Ji ber vê yekê silametiya xêrê ji bo tevahiya gelên Tirkiyê dixwazin, ku li benda vemirandina şewatan e.
Em êş û xembariya wan ji ber şewata daristanan parve dikin.
KCK’ê bi bîr xist, ku dewleta Tirk ji ber di cih de dest li şewatan wernedaye hatiye rexnekirin û got, her wiha di raya giştî de îdîayên ku ji bo afirandina qadên rantê agir bi daristanan hatiye xistin hatin kirin.
Dîsa hin dijminên Kurdan û derûdorên dixwazin dijminahiyê li nava gelan biafirînin, daxuyaniyên provokatîf dan.
Van aliyan bi gotina “Kurdan û PKK’ê agir bi daristanan xistine” berê êrişên komên bi şovenîzmê hatine jahrîkirin dan Kurdan.
Li hin deveran ev kom ji bo lêxistin û kuştinê derketin nêçîra Kurdan.
KCK’ê destnîşan kir, ku ev nûçe bi temamî derew in û belavkirina van nûçeyan jî karê hêzên şerê taybet e.
Êriş û komkujiyên dawî yên li dijî Kurdan jî bi heman armancê ne.
Bi vê yekê dixwazin ku îradeya Kurdan bê şikandin û dest ji Kurdbûn, têkoşîna azadî û demokrasiyê berdin.
Ev yek polîtîkayeke bêexlaqî û kirêtiyeke mezin e.
ÊRIŞÊN FAŞÎSTAN LI DIJÎ KURDAN
KCK: KESÊN ÊRIŞÎ GELÊ ME BIKIN WÊ BÊCEZA NEMÎNIN
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi bîr xist, ku desthilatdariya ji bo serokkomar û hukûmetê bi dehan balafir û helîkopter kirîne, qesra hezar û 1 ode daye çêkirin, nikare ji bo vemirandina şewatê pereyan bibîne.
Ev desthilatdarî ji ber vê yekê rizgariya xwe di cihêkirina civakê, dijminahiya li Kurdan û şer de dibîne.
Nûçeyên “Kurdan û PKK’ê agir bi daristanan xistine” bi temamî derew in.
Bi vê derewê dixwazin pêkanînên li dijî ekolojiyê yên hukûmeta faşîst û sûcên wê binixumînin.
Em van derdorên faşîst ên şewitandina daristanan dixin stûyê Kurdan û PKK’ê hişyar dikin;
Bi komên faşîst êrişkirina ser gelê me sûcekî giran e û bêceza namîne.