KCDK-E LI HEMBERÎ QEDEXEYA ALMAN DOZ VEKIR
PARÊZER MEISTER: “BIRYAR DIJQANÛNÎ YE, ENCAMA HEVKARIYA BI TIRKIYÊ RE YE”
Almanya heftiya borî hem bi rêya polis hem bi rêya çapemeniyê bi îdîaya ku KCDK-Ewropa berdewama PKKê ye, kongreya wê ya 4an qedexe kir.
Rêvebirên saziyê ev îdîa red kirin û biryar weke perçeyeke kriminalizekirina kurdan pênase kirin.
Parêzerê KCDK-E Roland Meister li hemberî vê biryarê li dadgeha îdarî ya Kolnê doz vekir.
Li gel qedexeyê, qismek çapemeniya Alman KCDK-E û hevserokê wê Yuksel Koç weke hedef nişan dan.
Di dosya dozê de tê bibîrxistin ku KCKD Ewropa weke saziyeke siwan, li Belçika’yê bi awayekî legal avabû, bi tevahî 409 sazî û dezgeh li bin banê wê kar dikin.
Parêzer Meister dibêje ev qedexeya ku kurdan kriminalize dike, hem li dijî peymana mafên mirovan ya Ewropa ye û hem jî ne li gorî destûra bigehin a Almanyê ye.
Di serîlêdanê de tê bibîrxistin ku polis bi rêya telefonê qedexe ragihandiye û beriya herkesî, agahiya qedexeyê daye çapemeniya Alman.
Parêzer Meister dibêje, hem biryara qedexeyê hem jî awayî îlankirina wê dijqanûnî ye û vê nirxandinê dike:
Em dizanin ku ev hewldana kriminalzekirina kurdan, encama hevkariya dewleta Alman û Tirkiye ye.
Ji aliyê din ve, wekîlê parlementoya Federal Gökay Akbulut jî da xuya kirin 3 eyaletên Almanyê ku dijberiya kurdan dikin di destê partiya CDU/CSU de ne.
Wekilê parlemena eyaleta Berlinê Hakan Taş jî da zanîn ji namzetên serokwezirtiyê Armin Laschet kesekî gelek nêzê Tirkiyê ye û ev jî nişan dide ku li Almanyayê wê zexta li ser kurdan bi hevkariya dewleta tirk bidome.