KCDK-E’yê destnîşan kir ku li Konyayê qetilkirina 3 jê jin 7 kesên ji malbata Dedeogûllari bi kontrola dewletê pêk hatiye û got: “Divê li dijî polîtîkayên îmha û êrîşên sîstematîk, gelê me li her derê dakevin kolanan û nerazîbûnê xwe nîşan bidin.”
Dîwana Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropa (KCDK-E) têkildarî qetilkirina malbata Kurd a li Konyayê daxuyaniyek da.
KCDK-E’ê bang li hemû Kurdistaniyên li Ewropa kir ku dewleta Tirk û qetlîama wê protesto bikin. KCDK-E destnîşan kir ku qetilkirina 3 jê jin 7 kesan a li navçeya Meram a Konyayê ya malbata Dedeogûllari bi kontrola dewletê pêk hatiye û got: “Dewleta Tirk a qirker, faşîst, qetlîamkar a li ser hev li Başûrê Kurdistanê têk diçe, şewata daristanan kir hicet û êrîşên nîjatperestî belavî hemû Tirkiyeyê kir.
KCDK-E anî ziman ku bi êrîşa îro ya li Konyayê rejîma faşîst a Tirk bi gotina; ‘Em ê hemû Kurdan qetil bikin’ li gel hêzên ewlekariyê qetlîam kirine.
KCDK-E’yê êrîşa qirker û qetlîama ku hişmendiya wê ya DAÎŞ’ê ye şermezar kir û bang kir ku divê her derê Ewropayê welatî rabin ser xwe û nerazîbûnên xwe nîşan bidin. KCDK-E bang li hemû gelê xwe, şoreşger, demokrat, rewşenbîr, Elewî, Misilman, Ermenî û bi kinahî bnag li hermû mixalifan dikin ku têkoşînê bikin, bibin yek û dakevin qadan û got: “Divê li dijî polîtîkayên îmha û êrîşên sîstematîk, gelê me li her derê dakevin kolanan û nerazîbûnê xwe nîşan bidin, dewleta Tirk a nîjatperest, qirker û serbir protesto û tehşîr bike.”