KCDK-EWRÛPAYÊ JI BO ŞENGALÊ BANG KIR
‘LI HEMBERÎ ÊRIŞÊN DAGIRKER EM RABIN SER PIYAN’
Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev peyam tên dayîn:
Balefirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li Şengalê li ser Rêya Sûka Kevn li wesayîtekê da.
Di vê êrişê de 2 şehîd û birîndar hene.
Rêveberiya Xweser a Şengalê gelek caran bal kişandiye ser xeterê, bang li hêzên navnetewî û cîhanê kiriye ku bila tevdîran bistîne.
Xetereya li ser Êzidiyan di asta qirkirinê de ye û divê statuya Şengalê were naskirin.
Bêdengiya dewletên Ewrûpayê û ya hêzên navnetewî curet dide artêşa Tirk a dagirker.
Em bang li gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe dikin ku pişgiriyê bidin gelê Şengalê, li hemberî dewleta Tirk a dagirker helwesta xwe zelal bikin û êrişan bidin sekinandin.
Êzidiyên li Almanyayê li dijî komkujiya ku dewleta Tirk li Şengalê kir wê dakeve qadan.
Wê li Berlîn, Hannover, Oldenbûrg, Bîelefeld, Saarbrucken û Wesel-Emmerîchê çalakî bên lidarxistin.
Koordînasyona Civaka Êzidî bang li her kesî dike ku tevlî van çalakiyan bibin.