Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KCDK-E guh neda qedexeya dewleta Elman û kongreya xwe pêk anî

 

ZEXTÊN ELMANYAYÊ YÊN LI DIJÎ SAZIYÊN KURDAN
KCDK-EWRÛPA GUH NEDA QEDEXEYA DEWLETA ELMAN KONGREYA XWE PÊK ANÎ

Sîwana partî, sazî û rêxistinên Kurd ên li derveyî welat, Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewrûpayê ye.

KCDK-E’yê li bajarê Almanya Kolnê wê civata xwe ya giştî ya 4’an li darxistiba.

Lê dewleta Elman lidarxistina kongreyê qedexe kir.

Weke sebeb jî îdia kirin ku KCDK-Ewrûpa dewama PKK’ê ye, ku li Elmanya qedexekirî ye.

KCDK-Ewrûpa tevî sazî û rêxistinên kurdan li Ottoplatzê ya Kolnê çalakiyeke li dar xist.

Hevserokê KCDK-Ewrûpayê Yuksel Koç bi zimanekî tund biryar şermezar kir.

Hevseroka KCDK-Ewropayê Fatoş Goksungur jî biryara dewleta Elman şermezar kir.

Fatoş Goksungur destnîşan kir ku Elmanya bi qedexekirina kongreyê daxwazên şefê rejîma faşîst a Tirk bi cih aniye û wiha axivî:

Hûn dibêjin ji bo kongra KCDK-Ewrûpayê wê kesên PKK’î werin.

Tu karekî PKK’ê nîne, rabe were kongreya saziyekê. PKK li dijî DAIŞ’ê ji bo parastina we jî şer dike.

Em vê biryarê şermezar dikin û bang dikin ku bila dawî li van polîtîkayên erzan bînin.

Siyasetmedar Hatîp Dîcle jî îşaret bi êrişên li dijî gelê Kurd û Kurdistanê kir.

Hatîp Dîcle di beşekî axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya yekîtiya gelê kurd jî û xwest PDK dev ji polîtîkayên xwe yên hevkar berde.

Di dawiya axaftina xwe de jî Hatîp Dîcle destnîşan kir ku temamiya kurdan biryara dewlet Elman şermezar dike.

Di çalakiyê de ji bo xebatên wan ên ji bo azadiya Rêber Apo li ser navê KCDK-Ewrûpayê Hatîp Dîcle plaketek da wan Luici Vinci û Silvana Berberi.

Di çalakiyê de siyasetmedar û dostên gelê kurd jî di axaftina xwe de destek dan berxwedana gelê kurd û biryara dewleta Elman şermezar kirin.

Kongreya 4’an a KCDK-Ewrûpayê li ser qedexê Yuksel Koç û Fatoş Goksungur dîsa weke hevserok li qadê hatin hilbijartin.

Delegeyan rêveberiya serdema nû jî dîsa li qadê hilbijart.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv