Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Karayilan: Ji hêza şehîdên me ditirsin û êrîşî wan dikin

 

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Mûrat Karayilan bi wesîleya meha Gulanê ango meha Şehîdan ji Gerîla TV re axivî.

Karayilan êrîşên Dewleta Tirk a dagirker li ser gorên şehîdan jî bi bîr xist û got ev êriş bi fermana Erdogan pêk tên.

Karayilan anî ziman dagirkeriya Dewleta Tirk ji hêza şehîdên me ditirse û niha li dijî şehîdan şer hatiye ragihandin.

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Mûrat Karayilan ji Gerîla TV re axivî.

Karayilan li ser meha Gulanê ango meha şehîdan nirxandin kirin.

Karayilan di şexsê Hakî Karer de tevahî şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanî bi bîr anî û got ew sond dixwin soza ku dane şehîdan, têkoşînê geş bikin.

Karayilan êrîşên Dewleta Tirk a dagirker li ser gorên şehîdan jî bi bîr xist û got ev êriş bi fermana Erdogan pêk tên.

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriya Dewleta Tirk jî nirxand û got divê li ser xeta şehîdan û Rêbertî gerîlatiya serdema nû pêş bikeve.

Mûrat Karayilan herî dawî jî ragihand ku ew li ser xeta şehîdan dimeşin û berê wan li serketinê ye.

 

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv