Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Karayilan: Gerîla bi rêbazên nûjen li ser xeta 15 Tebaxê şer dike

 

15’ê Tebaxê cejna vejînê ya gelê Kurd e…

Bi pêngavê dîwarê tirsê hilweşiya û netewa Kurd ji gefa tunebûnê rizgar bû.

Lê ya pêngavê bi ser xist Rêber Apo û keda şehîdan e.

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Mûrat Karayilan, bi van gotinan cejna vejînê nirxand û got;

15’ê Tebaxê, xeyalên dewleta Tirk ên tinekirina Kurdan li holê rakir.

MÛRAT KARAYILAN: YA PÊNGAV BI SERXIST BIRYARDARIYA RÊBER APO Û KEDA ŞEHÎDAN E
Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Mûrat Karayilan, beşdarî bernameya Taybet televîzyona me bû û mijarên di rojevê de nirxand.

Mûrat Karayilan bi taybetî li ser wate, girîngî û bandora 15’ê Tebaxê cejna vejînê sekinî û di şexsê fermandar Egîd de hemû şehîdên azadiya Kurdistanê bibîranî.Diyar kir ku ya pêngav bi ser xist biryardariya Rêber APO û keda şehîdan e.

MÛRAT KARAYILAN: DÎWARÊ TIRSÊ HILWEŞIYA Û NETEWA KURD JI GEFA TINEBÛNÊ RIZGAR BÛ
Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel, bibîr xist ku bi pêngava 15’ê Tebaxê re dîwarê tirsê hilweşiya û netewa Kurd ji gefa tinebûnê rizgar bû.

MÛRAT KARAYILAN: GERÎLA BI RÊBAZÊN NÛJEN LI SER XETA 15’Ê TEBAXÊ ŞER DIKE
Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel, destnîşan kir ku 15’ê tebaxê xeyalên dewleta Tirk ên tinekirina Kurdan ji holê rakir.

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel, diyar kir ku gerîla îro bi rêbazên nûjen li ser xeta 15’ê Tebaxê şer dike û bi ser dikeve.

MÛRAT KARAYILAN: EM TI CARÎ NAXWAZIN BERÊ ÇEKA XWE BIDIN KURDAN
Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel, li ser mijara noker û hevkarên dewleta Tirk ên Kurd jî sekinî û vê pirsê kir;

MÛRAT KARAYILAN: EM DIXWAZIN PÊŞMERGE LI KÊLEKA XWE BIBÎNIN
Mûrat Karayilan xwest ku di şerê li dijî dagirkeriyê de pêşmerge li kêleka xwe bibînin û got;
Her Kurdê ku di hevkariya dewleta Tirk de bigire wê neyê efûkirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv