Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Kampanyaya ji Ocalan re Azadî

 

Ji çar aliyên cîhanê kesayetên navdar ji bo azadiya Ocalan dest bi kampanyekê kirin.

Kampanya ji Ocalan re azadî bi hemû girîngiya xwe ve dewam dike.

Berdevkê koma Şoreşgerên komînîs a Brîtanyayê Trevor Rayne dibêje tecrîda îro ya li Imraliyê li dijî peyman û qanûnên navnetewî ye.

KAMPANYAYA “JI OCALAN RE AZADΔ
TREVOR RAYNE: TECRÎD LI DIJÎ PEYMAN Û QANÛNÊN NAVNETEWÎ YE

Berdevkê Koma Şoreşgerên Komînist a Brîtanyayê û piştgirê kampanyaya ji Ocalan re Azadî, Trevor Rayne, têkildarî kampanyeya “Ji Ocalan Azadî” re ji Medya Haberê re axivî.

Rayne da zanîn ku tecrîda li ser Rêber Apo li Tirkiyeyê pêşiya feraseta demeokraîsiyê digre û got:

“Kiryarên dijmirovî yên li dijî Ocalan diyar dikin ka li Tirkiyeyê feraseta demokrasiyê çiqas hatiye têk birin.”

Rayne bal kişand ser peymanên navneteweyî û got,

“Tecrîda li ser Ocalan, ji bo şikandina berxwedana gelê Kurd rêbazeke hêzên derve ye.

Ev tecrîda girankirî ya ku dewam dike bi tundî li dijî peyman û qanûnên navneteweyî yên der barê girtiyan de ye.”

Herî dawî Trevor Rayne destnîşan kir ku PKK bi zanebûn hatiye krîmînalîzekirin û got

“PKK nûnertiya gelê Kurd e, gelê Kurd ji bo demokrasî û azadiyê têdikoşe.

Ger gelê Kurd di têkoşîna xwe de bi ser bikeve, pergala ku di sala 1923’an de di Peymana Lozanê li Rojhilata Navîn bi deste Îngilîstan û Fransayê hatê pêşxistin de wê gûherînên bingehîn bên çêkirin.

Li Rojhilata Navîn di encama şerê dethilatdariyê de ji aliyê hêzên koalîsyonê ve PKK hate krîmînalîzekirin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv