Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Kampanyaya ji bo azadiya Rêber Apo dest pê dike

Meclîsa Çapemeniya Dîjîtal a Kurdistanê ku li ser medyaya civakî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kampanyeyeke mezin dide destpêkirin. Kampanya îro li gorî saeta Amedê 20:00’an de destpê dike.

Meclîsa Çapemeniya Dîjîtal a Kurdistanê di 23’yemîn salvegera derxistina ji Sûriyeyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Sûriyeyê hatibû derxistin, bi dirûşmeya “Azadî ji bo Abdullah Ocalan” li ser medyaya civakî kampanyayek dide destpêkirin.

Kampanya îro (8’ê Cotmehê) heya 10’ê Cotmehê didome û li gor saeta Amedê 20.00 û li gor a Ewropayê jî 19.00 dê xebatên hastagê bên kirin.

Meclîsa Çapemeniya Dîjîtal a Kurdistanê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û hate gotin: “Em ê paradîgmaya Birêz Ocalan, hêviya me ya ji bo pêşerojeke hevpar bi rêya palatformên medyaya sanal bigihînin milyonan. Em ê meha Cotmehê ku destpêka komploya navneteweyî ye, veguherînin meheke berxwedanê.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv