“BILA STATÛYA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ WERE NASKIRIN”
ÊVARÊ KURD Û DOSTÊN XWE LI CÎHANÊ KAMPANYA TORA MEDYAYÊ DESTPÊDIKIN
Hejmareke zêde ji çalakvaniyê sivîl di bin navê “Meclisa Medya Dijîtal a Kurdistanê” kampanayeke haştagê bi navê “Bila statûya Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûrî bê naskirin” ragihand.
Tevî Kurd û gelên herêmê, her wiha tê payîn ku li ser asta cîhanê bi sed hezaran kes beşdar bibin..
Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd têkildarî kampanyayê bi rêya Ajansa Hawarê banga tevlîbûna li her kesî kir.
Çiya Kurd bi bîr xist ku şoreşa 19’ê Tîrmehê bû hîmê têkoşîna azadî û demokrasiyê û wiha got:
Gelê herêmê bi îradeya xwe a azad li dijî sîstema şovenîst û nîjadpererst rabû.
Ev şoreş bi hêz û pêşengiya jinan, li ser hîmê hişmendiya demokratîk û jiyana hevbeş pêş ket.
Di serî de Kobanê, bi keda hêzên vê şoreşê serkeftinên dîrokî hatin bidestxistin.
Bedran Çiyayê Kurd anî ziman ku di nava 9 salên dawî de destketiyên leşkerî bi tena xwe nabin bersiv ji bo daxwazên civakê û got, ya divê were kirin naskirina statûya herêmê ye..
Çiya Kurd îşaret bi girîngiya kampanya Medya Dijîtal jî kir û ji herî kesî xwest ku bi awayekî çalak beşdar bibe.