Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Kampanya PKK ji Lîsteya Terorê Derxin

 

 

Ji bo PKK ji lîsteya rêxistinên terorê were derxsitin kampanyayeke nû dest pê kir.
Hezar kesên naskirî pêşengî ji vê kampanyayê re dikin.
Yek ji wan jî profesorê zanistên siyasî Norman Peyç e..
Norman Peyç dibêje, ya si esasê xwe de karê terorê dike dewleta Tirk e.
Li şûna PKK’ê divê dewleta Tirk bikeve lîsteya terorê.
Nivîskara xwedî xelata Nobelê Elfrî-ede Jelînek jî xwest navê PKK ji lîsteyê were derxistin û mafê kurdan bên nasîn.

KAMPANYA “PKK JI LÎSTEYA TERORÊ DERXIN”
PROF. NORMAN PEACH: TERORA ESASÎ DEWLETA TIRK DIKE

Kampanya bi beşdariya 1003 kesan ya ji bo PKK ji nav lîsteya terorê were derxistin deng veda.

Bi beşdariyên nû jî, kampanya xurt û berfireh dibe.

Ji beşdarên kampanyayê pisporê hiqûqa navnetewî Prof- Norman Paech li ser kampanyayê ji Medya Haberê re axivî û têkoşîna mafdar û rewa ya PKK’ê destnîşan kir.

Profosor Paech bi bîr xist ku ew bi xwe çûye Cizîr, Silopî, Nisêbîn û Sûrê û got: Tiştên min li wir dîtin û dewleta Tirk kirine, teror bûn.

KAMPANYA “PKK JI LÎSTEYA TERORÊ DERXIN”
ELRÎEDE JELÎNEK: DIVÊ HERWIHA MAFÊN KURDAN BÊN NASKIRIN

Ji beşdarên kampanyayê xwediya xelata Nobelê Elrîede Jelînek jî, di lîsteyê de hebûna PKK’ê wekî neheqiyeke mezin a li dijî Kurdan nirxand.

Elrîede Jelînek ji Emerîka û Ewrûpa xwest ku navê PKK’ê ji lîsteyê derxin û ji bo nasîna mafên Kurdan gavên pêwist bavêjin.

KAMPANYA “PKK JI LÎSTEYA TERORÊ DERXIN”
PARÊZER HEÎEKE GEÎSWEÎD: DIVÊ ALMANYA SIYASETA XWE BIGUHERÎNE

Serokê Komeleya Demokrasî û Hiqûqa Navnetewî ya Almanya MAF-DAD’ê parêzer Heîke Geîsweîd jî, daxwaza ji lîsteya terorê derxistina navê PKK’ê anî ziman.

Geîsweîd di lîsteyê de ji hebûna navê PKK’ê, Almanya berpirsyar girt û got: Divê Almanya siyaseta xwe ya li dijî Kurdan biguherîne. Divê êdî mafê Kurdan nas bike û qedexeya li ser PKK’ê jî dawî bike.

Geîsweîd anî ziman ku ewê jî wekî komele ji bo qedexeya li ser PKK’ê bi dawî bibe têkoşîna hiqûqî xurt bikin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv