Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Kampanya ji Ocalan re Azadî

 

 

 

 

 

 

 

 

Di çarçoveya Kampanyeya “Ji Ocalan re Azadî” gelek kesayetên navdar û saziyên mezin di nava xebatan de ne.

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Sendîkayên Îngilîstanê UNITE the UNION bang li sazî û rêxistinên Ewrûpayê kir ku zêdetir xwedî li kampanyayê derkevin.

KAMPANYA “JI OCALAN RE AZADΔ
TONY BURKE: QEDEXEYA LI SER PKK’Ê Û TECRÎDA LI DIJÎ OCALAN BI HEV RE GIRÊDAYÎ NE

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Sendîkayên Îngilîstanê Yunayt DI Yuniyin û yek ji pêşengên Kampanya “Ji Ocalan re Azadî” Tony Burke, têkildarî kampanyayê ji televîzyona Medya Haberê re axivî.

Tony Burke da zanîn ku êdî herkes di ferqa rola Ocalan de ye û got:

“Li Tirkiye û herêmê bêyî Ocalan ne mumkun e ku mirov bahsa çareseriyê bike.

Lê dewlet vê yekê nabîne, guh nade û dîsa jî Ocalan li Girava Îmraliyê di bin tecrîdê de dihêle.

Em ê rê nedin ku ev rewş bi vî rengî dewam bike.

Ji bo azadiya Ocalan û ji bo çareseriya doza Kurd em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Tony Burke îşaret bi girîngiya kampanyayê jî kir û wiha got:

“Divê sendîka û rêxistinên civakî yên li seranserî Ewropayê ji bo piştgiriya kampanya “Ji Ocalan re Azadî” zêdetir bixebitin.

Piştgiriya sendîkaya me û sendîkayên din ên li Brîtanyayê ji kampanyayê re pir girîng e.

Lê divê ji bo azadiya Ocalan hemû sendîka û komên alîgirên azadiyê têkoşîna xwe mezin bikin.”

Tony Burke di dawiyê de destnîşan kir, ku qedexeya li ser PKK’ê di encama zextên dewleta Tirk de çêbûye û got:

“Ti hincet nîne ku PKK di lîsteya rêxistinên terorê de bimîne.

Di çarçoveya kampanya xwe de li rex daxwaza azadiya Ocalan divê em daxwaza rakirina qedexeya li ser PKK’ê jî bikin.

Ji ber ku qedexe û tecrîd bi hev re girêdayî ne.”

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv