Meclîsa Medya Dîjîtal a Kurdistanê şevê din bi daxwaza derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya rêxistinên terorê’ kampanyaya hashtagê dabû destpêkirin. Heta niha zêdetirî 100 hezar kesan li ser Twitter’ê tevli kampanyê bûne. Herî zêde li Tirkiye, Îtalya, Siwîsre û Almanyayê tevlibûn ji kampanyê re çêbûye.
Şevê din di saet 20:00’an de Meclîsa Medya Dîjîtal a Kurdistanê bi daxwaza derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya rêxistinên terorê’ kampanyaya hashtagêya bi navê #DelistPKKNow da destpêkirin û hîna jî berdewame.
Heta niha tenê li ser Twitter zêdetirî 100 hezar kes tevli kampanyê bûne. Di rêza yekem de herî zêde ji Tirkiye, Îtalya, Siwîsre, Almanya, di rêza sêyem de Belçika û rêza pêncem de jî ji Brîtanyayê tevli kampanyê bûne.