Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Kampanya Derxistina PKK’ê ji Lîsteya Terorê

 

Di vê nûçeyê de emê cîh bidin axaftina du jinên ku dixwazin PKK ji listeya terorê bê derxistin.
Endama berê ya parlemena Ewropayê Pernil Fram dibêje, welatên Ewropî û Amerikayê ev liste li gorî berjewendiyên xwe amade kirin û sedema ku PKK’ê ji lîsteyê dernaxin ew e ku pêdiviya van bi Tirkiya Erdogan heye.
Rojnamevana Amerikî Meghan Bodet jî got, PKK ti carî ji bo gelên Ewropî û Amerikî nebûye tehdî…
Lewma cihgirtina wê ya di listê de bi serê xwe nakoki ye.

KAMPANYA DERXISTINA PKK’Ê JI LISTEYA TERORÊ
FRAHM: “AMERÎKA Û EWRÛPAYÊ JI BER PÊDIVIYA XWE YA BI TIRKIYEYÊ PKK XIST LÎSTEYÊ”

Kampanya ji bo derxistina PKKê ya ji listeya terorê dewam dike.

Endama berê ya parlemena ewropayê Pernille Frahm ku ev kampa imze kir qala awayê siyaseta amadekirina vê lîstê kir û ev agahî dan:

“Di salên 2000ê de dema Amerikayê biryar da êrişî Iraq û Afganistanê bike, pêdiviya wê bi baregehên li Tirkiyê hebû. Weke xelat qebûl kir ku rêxistinên dijminên Tirkiyê weke dijminên xwe bibîne.

Frahm da xuya kirin ev liste li gorî berjewendiyên welatên Ewropa û Amerikayê hatiye amade kirin, lewma her cara ku berjwediyên wan diguhere, liste jî tê nûkirin.

Weke numune bibîr xist ku Rêxistina Mucahidên gel, li gorî tekiliya bi rêvebiriya Iranê re ji listê hat derxistin û got: Ev listeya qaşo rêxistinên qedexe di eslê xwe de listeya dijmunên welatên mutefiq in. Sedemê ku PKK ji vê listê dernaxin ewe ku pêdiviya van welatan hê jî bi Tirkiyeya Erdogan heye.

Siyasetvana Danimarkî da xuya kirin hêviya wê heye ku di demên bên de ji bo PKK û kurdan edalet cihê xwe bibîne.

KAMPAN DERXISITNA PKKÊ JI LISTEYA TERORÊ
BODETTE: “PKK NE TERORIST E, JI BO GELÊ KURD QEDERA XWE BI TAYÎN BIKE TÊDIKOŞE”

Rojnamevana Amerikî Meghan Bodette jî xwest ku PKK ji listeyê were derxistin û ji bo çareseriya doza Kurdî weke muxatab were girtin.

Megan Bodette ku kurdan ji nêz ve nas dike behsa nakokiya siyasta Amerikayê ya derheqê PKKê de kir û got:

“Li Amerikayê ji bo rêxistinekê weke terorist were pênase kirin, divê tehdîta wê li ser gelê Amerîkî hebe, Li Ewropayê jî heman prensîb heye. Lê di rastiyê de em nebûne şahid ku PKK li hemberî gelên van welatan çalakiyeke çekdarî pêkanibe. Tam berovajî di koalisyona li hemberî DAIŞê de aktif cih girt. PKK ji bo gelê kurd karibe qedera xwe bi xwe tayîn bike têdikoşe. Lewma bi cîhkirina wê ya di listeya terorê de bê wate ye.”

Megan Bodette weke çareserî pêşniyaz kir ku gelê kurd doza xwe hê bêtir bi gelên ewropî û Amerîkî bidin nasîn da ku di zûtirîn demê de rêxistina xwe ji vê listê bidin derxistin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv