Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Kadrî Esen: ‘Daxwaza şîrheraman a ji şîrhelalan!’

 

DAXWAZA ŞÎRHERAMAN A JI ŞÎRHELALAN!
KADRÎ ESEN / XWEBÛN

Peyva şîrhelal peyveke gelek berbelav e li Kurdistanê. Ji kesên heqê karê xwe didinê re tê gotin. Lê mixabin di serdema me de ev kes kêm man e. Dema ku mijar bibe siyaset û qala siyaseta siyasetmedarên tirk a ji bo kurdan bê kirin tew bêhna peyva şîrhelal jî li holê namîne.

Lewre siyasetmedarên tirk di siyaseta xwe ya ji bo kurdan de şîrheram in. Yek ji wan bi şaşî jî ji bo kurdan tiştekî baş nafikire. Tenê hin caran ji bo berjwendiyên xwe yên siyasî hin gotinên ku xweşa kurdan biçin dibêjin.

Di rojên dawîn de serokê giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû jî serî li vê rêbazê daye û dibêje, “Min biryar daye ku derkevim rêwitiya helalbûnê”. Peyva “helalbûn” her çiqas xwedî wateyeke erênî be û xweş bê pêşwazîkirin jî, ji bo kurdan ev gotin nikare bê gotin.

Heke bi armanca ku bi xweşiya kurdan biçe hatibe gotin, ev rêya ku Kiliçdaroglû li ser e ne tu rê ye. Heke ji bo kurdan serî li rêyeke wiha bê dayîn divê ev rê ne “helalbûn” be. Li şûna helalbûnê divê ev rê “helalkirin” be. Kurdan tiştekî ku xwe bidin helalkirin nekirine.
(…)

Heke Kiliçdaroglû şîrhelalbûya, wê destpêkê biçûya Dersimê û ji bo darvekirina Seyîd Riza lêborîn bixwesta. Lê ji ber ku şîrheram e vê nake. Weke ku tiştên bi destê kesên mîna wî şîrheram bi serê kurdan de hatine ne bes bin, piştî van gotinên xwe “sozê” hilweşandina Qendîlê da.

Qendîla ku ji ber zilma li dijî civaka wan pêk hatiye, bûye hêlîna bi hezaran şîrhelalan.

Her çiqas ne pêkan be jî Kiliçdaroglû dibêje ku wê vê hêlînê ji holê rake. Dema ku ev hêlîn jidil ji aliyê şîrheraman ve ji holê bê rakirin wê kezeba bi hezaran dayikan bê daxkirin.

Gelo şîrheram ên ku hêlînê li şîrhelalan xera bikin û kezeba dayikên wan dax bikin bi kîjan rûyî qala “helalbûnê” dikin? Ji vê jî diyar e ku daxwaza “helalbûnê” heta roja ser sindoqê ye.

Lê divê bê zanîn ku çareserî ne di sindoqê de ye.

Çareserî ew e ku şîrheram xwe bi şîrhelalan bidine helalkirin û careke din li hilweşandinên ku wê dile dayikan dax bikin venegerin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv