Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

TJK-E: Jinan di nava 4 mehan de 235 hezar û 727 îmze kom kirin

 

TEVGERA JINÊN KURD A EWRUPA TJK-E
“JINAN DI NAVA 4 MEHAN DE 235 HEZAR Û 727 ÎMZE KOM KIRIN”

Tevgera Jinên Kurd a Ewropa TJK-E di ji bo li tirkiyê balê bikşînin ser tundiya jinê dest bi kampanyayekê kiribû.

Kampanyeya name şandinê di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiyê hatibû ragihandin.

Di kampanyeyê de tê xwestin ku Serokkomarê Tirk Erdogan ji ber di serdama desthilata wî de qeilkirina jinan zêdebûye bê darizandin.

Lewma kampanyeya jina bi navê “ji bo darizandina diktatorekî sed sedem” hatibû destpêkirin.

Qonaxa yekem ya kampanya îmzeyan 4 mehan dewam kir

TJK-E li bajarê Swîsre Zurîhê bi daxuyaniyekê encam û navaroka kampanyayê bi raya giştî re parvekir.

Li ser navê TJK-E Neslîhan Dersîm daxuyanî da.

Neslîhan Dersîm da diyarkirin ku, kampanya wan di çarçoveya pêngava ‘Li dijî qirkirina jinê, Dem dema parastina azadiya jinê û civakê ye’ hatiye rêvebirin.

Û wiha dewam kir:

“Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa, xwedî li berxwedana dîrokî ya jinan derdikeve. Pêşxistina lêgerîna azadiya jinê li her qadê weke erkekê dibînin.

Dîktator Erdogan di serî de ji qetilkirina jinên li Tirkiye û Kurdistanê bi biryarnameyên ku îmzekirî li dijî jinan û civakê sûc kirine.

Me xwest bi vê kampanyayê em bibin dengê bi sedan jinên ku bi destê dewlet û çeteyên wê hatîn qetilkirin.”

Jinan di pêvajoya 4 mehan de di çarçoveya kampanya yê de 235 hezar û 727 îmze kom kirin.

Li gel dosyaya ku sûcên dîktator Erdogan, serlêdanên pêwîst ji bo Neteweyên yekbûyî û saziyên navneteweyî hatine kirin.

TJK-E ragihandin ku wê kampanya wan di qonaxa duyem de bidome û wiha hate gotin:

“Em ê kampanyaya xwe ya ‘ji bo darizandina diktatorekî sed sedem” li ser du bingehan bidomînin.

Ji bo ronîkirina qetlîama Parîsê û darizandina sûcbaran em ê têkoşîna xwe dewam bikin.

Di vê çarçoveyê de em weke Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa, pêngava ‘Li dijî qirkirina jinê, dema parastina civaka azad û jina azad e’ hîn mezin bikin û birêve bibin.

Li ser vî bingehî em weke Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa dibêjin wê sedsala 21. bibe sedsala jinan.

Em bang li hemû jinan dikin ku têkoşîna li dijî faşîzm, zayendîparêzî, tecrîd, dagirkerî, nijadperest û paşverûtiyê mezin bikin.

Divê em jibîr nekin ku wê faşîzm winda bike, jin qezenc bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv