Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Dosya TaybetJinNûçeyên Dawî

Jinên W.Mexmûrê:Bila sîxur û çete destên xwe ji axa bikşînin

 

Dayikên li Wargeha Penaberan a Mexmûrê li ser sîxurtiya li ciwanan tê ferzkirin axivîn û gotin: “Bi zanebûn li kesên di nava civaka kurd de sîxurtî tê ferzkirin. Bila sîxurtî û çete destên xwe ji ser axa me bikişînin.”
Li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî ( Mexmur) dayîkan bal kişandinin ser sîxurtiya li ciwanên kurd tê ferzkirin û gotin, ” Dewleta dagirker a tirk ji ber dizane ew bi xwe nikare Gelê Kurd têk bibe serî li rêbazên qirêj yên wekî belavkirina sîxurtiyê di nava ciwanan de dide. Ew kîjan rêbazan bi karbîne bila bîne berxwedan û tekoşîna Gelê Kurd wê heta serkeftinê berdewam bike.”
‘Nebin sîxurtiyê nekin’
Emîna Xirbgêbestê bal kişand ser sîxurtiya tê ferzikirin û got:”Ez ji dil û can berxwedana Heftanînê silav dikim, ji tevahî ciwanên Kurdistanê re slav û heskirinên xwe dişînim,serkeftin ji tevahî gelê xwe re dixwezim. Bila kurd hev bi destên xwe nekujin. Hikûmeta Başûr wê heta kengî di nava xwede van sîxuran bihewîne û bixe pêşiya leşkerên dewleta tirk ji bo ku xuşk û birayên xwe yên axa Kurdistanê diparêzin bidin kuştin. Mafê tu kesî nîne ku sîxurtiyê pêş bixin.  Gelo ma hunê heta kengî  bi pereyê  xwîna xuşk û birayên xwe bijîn. Ji bo dijmin ferqa tu kurdan ji yên din tune ye. Bila hemu dayik û bav hay ji zarokên xwe hebin û nehêlin ku zarokên wan biçin û xuşk û birayên xwe bi destê xwe bidin kuştin.”
‘Êdî bes e ji sîxurtî û çetetiyê re’
Şehristan Durmaz jî li ser sîxurtiya ku bi zanabûn tê pêşxistin wiha nêrîna xwe anîn ziman: “Ez di despêkêde de silav û hezkirinên xwe ji vir heta Îmralî, tevahî berxwedêrên zindanan û gelê me yê ku li hemberî zilm û dagirkeriyê li berx we dide re dişînim û serkeftinê  dixwezim. Em bang dikin ku kesên bûne çete, sîxur bila bên ser rêya rast û ji bo azadiya gelê xwe têbikoşin û bila dest ji îxanetê berdin. Hûn ê heta kengî xwe bi çend quruşên bifiruşin. Em dibêjin bes e ev ne rêya rast e. Werin ser rêya rast. Sîxur dikevin pêşiya hêzîn dewleta tirk û diçin zarokên me, hevalên me qetil dikin. Bese sîxurtî, bese çetetî, bese. Bila destê xwe ji xwîna zarokên me û ji ser vê axê bikişînin. Ez dayik im. Weke jineke kurd êdî sebra me nemaye li beranberî vê îxanetê û dagirkeriyê dagirkeriyê. Bila Sîxur û çete destê xwe ji ser axa me bikişînin.”

Ev jî hatin dîtin

13:00 Hevpeyvin

Stêrk Tv

10:40 Dosya Taybet

Stêrk Tv

09:40 Dosya Taybet

Stêrk Tv

20:00 Dosya Taybet

Stêrk Tv

17:45 Dosya Taybet

Stêrk Tv

12:30 Dosya Taybet -Qamislo

Stêrk Tv