JI BO YEKÎTIYA NETEWEYÎ ŞÊWRA JINAN
JINÊN KURDISTANÎ JI BO TÊKOŞÎNA LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ BANG KIRIN
“Şêwra Jinên Kurd a li Ewropayê ya li dijî dagirkirina Kurdistanê!”
Bi vê dirûşmê bi beşdariya gelek saziyên jinên Kurd li dijî dagirkeriya dewleta tirk li Hollandayê kom bûn.
Di şêwrê de jinên ku ji çar parçeyên Kurdistanê amade bûn, li dijî êrişên dewleta tirk ji bo têkoşîna hevpar bang kirin.
HEVSEROKA KNK’Ê ZEYNEB MÛRAD:
DIVÊ EM BI RENGEKÎ EŞKERE LI HEMBERÎ DAGIRKERAN RABIN
Destpêkê Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Zeynep Mûrad axivî.
Zeynep Mûrad bal kişand ser êrişên dewleta tirk a qirker li çar perçeyên kurdistanê.
Hevseroka KNK destnîşan kir ku divê bi biryareke cidî helwesta xwe ya li dijî dagirkeran bi şênberî nîşan bidin.
JI BO YEKÎTIYA NETEWEYÎ ŞÊWRA JINAN
SAZÎ Û RÊXISTINÊN JINAN PEYAMA BERXWEDANÊ DA
Siyasetmedar Tûba Hezer jî diyar kir ku dewleta tirk a dagirker ji berxwedana gelê kurd ditirse û wiha got.
Her wiha li ser navê sazî û Rêxistinên jinan gelek axaftin hatin kirin û ev peyam hate dayîn.